BI DÎMEN

Girtina Ecevît Pîroglu ji aliyê Sirbîstanê ve li bajarê Zurîhê hat şermezarkirin

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi daxwaza serbestberdana şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglu yê di encama zexta dewleta Tirk de bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qanûnên Sirbîstanê hat girtin, çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku ji aliyê HBDH’ê (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan) ve a li ber Konsolosxaneya Sirbîstanê de hat lidar xistin de bang li dewleta Sirbîstanê hat kirin ku li gorî zagonên xwe ya bingehîn û hiqûqa navneteweyî tevbigere û hat xwestin ku Ecevît Pîroglu di dema herî nêz de serbest were berdan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Konsolosxaneya Sirbîstanê de hat destnîşankirin ku Ecevît Pîroglu tevî hiqûqa navneteweyî ev 34 meh in dîl tê ragirtin û hat gotin, "Ecevît Pîroglû ev cara duyemîne li dijî vê binpêkirina hiqûqê dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev grev di roja xwe ya 68’an de ye. Bi vê yekê re rîska li ser jiyana wî destpê kiriye.”

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya demokratîk, şoreşger, sosyalîst, welatparêz û parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku ji bo vê bêhiqûqiya ku li hemberî Ecevît Pîroglu hatiye kirin zextê li hikûmeta Sirbîstanê bikin.

Hat gotin ku divê Sirbîstan dawî li vê bêhiqûqiyê bîne û demildest Ecevît Pîroglû serbest berde.

Piştî daxuyaniyê dirûşmên ji bo bilindkirina hevgirtina şoreşgerî hatin berzkirin.