Girtina bi ser DKTM’ya Dûîsbûrgê de hat protestokirin

Girtina bi ser DKTM’ya Dûîsbûrgê de, bi mîtîngekê hat protestokirin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Elmanyayê hat kirin ku dev ji krîmînalîzasyon û zexta li ser Kurdan berde.

16’ê Gulanê polîsên Elman girt bi ser Navenda Civaka Kurd Demokratîk (DKTM) a Dûîsbûrgê de. Bertekên li dijî girtina bi ser kargeha Kurdekê endamê komeleyê de, berdewam in.

Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê û dostên wan, ji bo protestokirina biserdegirtin û zextan, li navenda bajêr hatin ba hev. DKTM’ya Dûîsbûrgê, ATÎF, AGÎF û Înîsiyatîfa Gel a Kurecîkê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 16’ê Gulanê yekîneyeke polîsan bi kûçikan girtiye bi ser Komeleya Kurd a Dûîsbûrgê û hevrêyekê wan de û wiha hat gotin: “Gava biserdegirtinê polîsan bêyî hed tundî li malbatê kiriye. Hevrêyekê me yê ku endamê desteya rêveber ê komeleya me, bi endamtiya rêxistineke terorîst hat sûcdarkirin. Gava lêgerînê dest dane ser belgeyên taybet, telefon û kompîturan. Em krîmînalîzekirina hevrêyê me û komeleya me em protesto dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bila hikûmeta federal, dev ji polîtîkaya krîmînalîzekirin û zextê ya berpêyî Kurdan berde. Divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. Me bang li raya li Elmanyayê ew e ku helwest li dijî polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya hikûmeta federal nîşan bide.”