Girtina Şêrwanî di rojeva Parlementoya Swêdê de ye

Rewşa Rojnamagerê Başûrê Kurdistanê Şêrwan Şêrwanî yê ku hatî girtin, di rojeva Parlementoya Swêdê de ye.

Parlementera Serbixwe Amîneh Kakababeh, rewşa Rojnamegerê Başûrê Kurdistanê Şêrwan Şêrwaniyê ku 7’ê Cotmehê avêtîn li ser mala wî û girtîn, bi pêşniyar pirseke nivîskî bire rojeva parlementoyê.

Kakabaveh di pêşniyara xwe de diyar kir, ku rêzdariya mafê mirovan û xwe îfadekirina azad, bingehê civakên modern û demokratîk ava dike. Got ku hikumetên ku rêzê ji xwe îfadekirina azad re negre û mafên mirovan binpê bike, bi şêweyek sîstematîk mohra xwe li dîktatoriyê dide.

Kakabaveh a ku gotî yek ji rejîmên ku hertim mafên mirovan binpê dike, xwe îfadekirina azad sînordar dike û yên ku li dijî rejîmê bersivan dide digre rêveberiya Kurdistanê ya li Iraqê ye, bi van gotinan bertekên xwe yên li dijî zextên rêveberiya Kurd nişan da.

“Yek ji aktîvîstên demokrasî, nivîskar û rojnamegeran ê dengê rexneyan ku di van van demên dawî de ji aliyê Hikumeta Kurdistanê ya Iraqê ve hatî girtin Şêrwan Şêrwaniye. Yek ji rexnekarên ku li pêş ev ne yekem care tê girtin. Berê niha ji ber nelirêtiya hikumeta xwecihî rexne kirî bû.”

Wezîra Karên Derve Ann Lînde ya ku bersiva pirsên Kakabaveh dayî got, Hikumeta Swêdê tundî û girtinên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi cidiyetek mezin dişopîne.