Gerîlayên HPG’ê û Karabakan hatin bibîranîn
Li Les Mureaux a girêdayî Yvelînes a Fransayê 5 gerîlayên HPG û YJA Starê’ê û Mehmet Saît Karabakan bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Les Mureaux a girêdayî Yvelînes a Fransayê 5 gerîlayên HPG û YJA Starê’ê û Mehmet Saît Karabakan bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîm bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan li Les Mureaux a girêdayî bajarê Yvelînes a Fransayê pêk hat.
Di merasîmê de gerîlayên HPG û YJA Star’ê Agît Serhat, Devrîm Serhat, Selman Dilşad, Silav Agît û Xebat Çiya yên 13’ê Tîrmeha 2017’an li Zagorosan şehîd bûbûn û Mehemt Saît Karabakan hatin bibîranîn.
Di merasîmê de siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kaval axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan. Kaval anî ziman ku ew ji şehîdan hêzê digirin û wê xeyalên şehîdan bicih bînin. Kaval bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî t ecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û da xuyakirin ku divê têkoşîna li dijî faşîzmê bê xurtkirin.
Herî dawî siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kaval got, xwedîderketina li şehîdan pêşxistina xeta têkoşînê ye.