Gerîlayê HPG'ê Derîn li Berlînê hate bîranîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Alî Derîn li Berlînê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Gerîlayê HPG'ê Alî Derîn (Şervan Qerejdax) ku li herêma navbera navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşar a Rihayê di 20'ê Cotmehê de di şerê dijî artêşa Tirk de tevî 2 hevalên xwe şehîd bû, li yatexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.

Bîranîn li Mizgefta Mezopotamyayê ya li Neûkollnê pêk hat û meleyê mizgeftê Mele Dawûd Ovseme sersaxî xwest.

'TEMÊN XWE BIÇÛK BÛ, WIJDANÊ XWE MEZIN BÛ'

Nûnerên saziyên Kurdistanî yên li Berlînê û welatparêzên Kurd jî tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan mele Dawûd Ovseme qala girîngî û wateya şehadetan ji bo gelên mezlûm kir. Ovseme diyar kir ku şehîd Alî Derîn xizmê wî bû û got, "Hevalê Alî tevî ku temenê xwe biçûk bû li pêşberî zilma barbar a dewleta Tirk a mêtinger bêdeng nema û tehemûl nekir... Wî bi xwe gelek caran wiha digot: 'Ewqas mirov bi rengekî hovane tên qetilkirin, bajar tên şewitandin û hilweşandin. Çawa dibe ku mirov dikare li pêşberî van hemûyan bêdeng bimîne?' Bi vî rengî di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû û gihîşt asta şehadetê. Alî Derîn xwedî wijdanekî mezin bû."

Ovseme destnîşan kir ku wê her tim li ser şopa doza cangoriyan bin. Di dawiya civîna bîranînê de nanê xêrê hate belavkirin.