Gerîlayê Elman Panser li Berlînê hate bibîranîn
Gerîlayê Elman ê PKK’î Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) li paytext Berlînê bi çalakiyekê hate bibîranîn.
Gerîlayê Elman ê PKK’î Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) li paytext Berlînê bi çalakiyekê hate bibîranîn.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst gerîlayê PKK’êm Bager Nûjiyan bi çalakiyekê bibîr anî.
Mîchael Panser 14’ê Kanûna 2018’an di encama êrîşekî esmanî ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.
Ji ber şewba koronayê tevlîbûna bîranînê bi sînordar bû.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê cangoriyê şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Piştî axaftinê sînevîzyonek hate nîşandan. Ciwanan bi axaftinan gerîlayên PKK’ê bibîr anî. Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.