Gerîlaya YJA Starê Elefterîa Hambî li Ûlmê hat bibîranîn

Elefterîa Hambî (Eva Marîa Steîger) a di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû, ji aliyê malbatên şehîdan û hevalên xwe ve hat bibîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Elefterîa Hambî (Eva Marîa Steîger) ku di 25’ê Mijdara 2019’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû, li bajarê Ulm ê Elmanyayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan-KOMAW kesên beşdarî bîranînê bûn silav kir. Piştre ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve axaftinek hat kirin. Jinên ku li heman erdnîgariyê bi Steîger re li dijî dijmin şer kirin hatin bîranîn. Nûnera TJK-E'yê got ku Elefteria bû şopînera jinên şoreşger ên weke Clara Zetkîn, Rosa Luksembûrg û Andrea Wolf û li ser jiyana Elefterîa Hambî ev tişt got: "Dikaribû bibûya fîzîknaseke mezin, lê ew nexwest ji bo berjewendiya xwe bijî. Eva Maria Steîger dema beşa fîzîkê dixwend li derdora Daristana Hambach biryar da ku tevkariya têkoşîna ekolojîyê bike. Demekê li daristanên hatine dagirkirin ma û hewl da pêşiya qirkirina daristanan bigire. Bi ramanên radîkal ên ku lêgerîna wê ya jiyana azad kûrtir kirin re ket têkiliyê. Bi vî awayî Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi hêrs bû.”

Gelek malbatên şehîdan jî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Yek ji wan  dayika HPG'ê Azad Şerger bû. Dayik bi xwendina nivîsa “heqîqet” beşdaran hestiyar kir.

Piştre jî du jinan qala naskirina xwe ya Elefterîa Hembî di dema perwerdeya ku li Tabûra Enternasyonalîst a YPJ’ê li Rojava hat dayîn de, kirin. Jinan bi heyranî li ser kesayeta Elefterîa Hambî axivîn û gotin ku ew ji bo karê rast bike bi hêzeke mezin û jidil tevdigeriya.

Nûnerê Gemeinsam Kampfenê jî axaftinek kir. Nûner got, "Elefteria nûnertiya gelek jinên ku hêvî û perspektîfê di destkeftiyên şoreşa jinên Kurdistanê de dibînin û ji wan ders werdigirin, dike." Piştre strana ku di dema dagirkirina Daristana Hambachê de hatibû nivîsandin bi hevalên şehîd re hate pêşkêşkirin.

Stranbêj û bestekarê Munîhê Konstantîn Wecker ji bo merasîma bîranînê peyamek bi dîmen şand.

Piştre sînevîzyona ku ji dîmenên Elefterîa Hambî hatibû berhevkirin hat temaşekirin.

Bîranîn bi peyamên hevalên Hambî yên "Em ê têkoşîna wê ya azadiyê bidomînin" dewam kir û stranên Hunermend Seher hatin guhdarkirin.