Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan li Moskovayê hat bibîranîn
Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan a ku di 25'ê Cotmeha 1992’yan de di şerê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Moskovayê hat bibîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan a ku di 25'ê Cotmeha 1992’yan de di şerê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Moskovayê hat bibîranîn.
Li Mala Kurdan a Moskovayê ji bo şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku mohra xwe li dîroka têkoşîna gelê Kurd xist, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd dest pê kir.
Hevseroka Meclîsa Kurd a Moskovayê Êka Qolîxan di bîranînê de axivî û bal kişand ser berxwedana şehîd Bêrîtan. Êka Qolîxan diyar kir ku berxwedana Bêrîtan di dilê gelê Kurd de cihekî bi rûmet girtiye û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê pêk tên.
Êka Qolîxan anî ziman ku wêrekiya Bêrîtan ruhê berxwedanê yê jinên Kurd nîşan da û wiha axivî: "Lehengên weke Zîlan, Bêrîtan, Delal, Şevîn, Arîn, Avesta, Asya hîn jî dibin çavkaniya têkoşîna azadî û edaletê."
Di bîranînê de geşedanên dawî jî hatin nirxandin û wiha hat gotin: “Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêya xwişk û biratiya gelan çareseriyê pêşkêş dike.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.