BI DÎMEN

Gerîla Kiçî, Adar û Pîzot li Dresdenê hatin bibîranîn

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Botan Kiçî, Agir Adar û Agir Pîzot yên di dîrokên cuda de şehîd bibûn, li bajarê Dresdenê hatin bibîranîn.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Botan Kiçî (Hasan Şakar), Agir Adar (Delîl Dogan Akyuz) û Agir Pîzot (Mehmet Arslan) yên di dîrokên cuda de şehîd bibûn, li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a DKTM'ê Dîlber Batman axaftinek kir û sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku zehmet e mirov behsa şehîdên ku ji bo azadiya Kurdistanê giyanê xwe feda kirine, bike.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Agît Toy axivî û got: “Hevalên me yên şehîd di jiyana xwe de kulîlkekê jî neêşandin, ji bo li Kurdistanê û li xaka azad bijîn şehîd bûn. Em bi rastiyeke wisa ya dijmin re rûbirû ne ku polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dişopîne. Navên gundên me û navên me hatin qedexekirin. Şervanên azadiyê li dijî van polîtîkayên qetlîamê li ber xwe didin.”

Bavê Şehîd Agir Adar (Delîl Dogan Akyuz), Alî Akyuz jî axivî û wiha got: "Berdêla têkoşîna li dijî nijadperestî û polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê tên meşandin giran e."

Siyasetmedar Muharrem Aral jî axivî û ev tişt gotin: “Bi hezaran hevalên me yên ciwan ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo vê yekê bi qehremanî li ber xwe dan. Ji bo fêhmkirina şehîdên me pêwîst e rastiya gel were fêmkirin. Dema ku em rastiya Rêbertî fêm bikin, em dikarin rastiya şehadetê jî fêm bikin.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.