Gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan û xwestin desthilata Tirk û alîgirên wê ji ber sûcên dijmirovî bên darizandin.
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan û xwestin desthilata Tirk û alîgirên wê ji ber sûcên dijmirovî bên darizandin.
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewletên Tirk û çeteyên wê li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan.
HEILBORNN
Çalakvana Elman Lea Bunse ya ku xebatên alîkariya mirovî dimeşand di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê bi giranî birîndar bûbû. Di êrîşên li dijî Bendava Tişrînê debi Bunse re 11 sivîl birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Malbat û hevalên Lea Bunse yên têkoşînê li Kiliansplatz a Heilbronn ê Elmanyayê standa agahdarkirinê vekirin û banga piştevaniya gelên Rojava kir. Çalakiyê ku ji hêla Navenda Civata Demokrat a Kurd (DKTM) ve hat lidarxistin, dayik, bav û xwişka Lea axaftin kirin. Malbatê got, “Lea ji bo Bendava Tişrînê biparêze çû Rojava. Ev bendav ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê girîng e. Ev bendav xizmeta mirovahiyê dike û divê were parastin.”
FRANKFURT
Meclîsa Gel, TJK-E Hessenê, Feda û gelek saziyên Elewî li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê çalakî li dar xistin. Meş li Friedbergplatzê dest pê kir. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi alîkariya hikûmeta Sûriyeyê HTŞ’ê li ser Elewî, Ermenî, Gurcî, Kurd û gelên din tên meşandin şermezar kirin.
Demîr Çelîk li ser navê Fedaaxivî û got, “Li Sûriyeyê Elewî, Kurd, Ermenî û Êzidî di bin êrîşa mezin de ne. Em ji bo bibin dengê gelên di bin qirkirinê de ne li vir civiyan. Ev erka me ya mirovî û wijdanî ye.”
Çalakî bi dirûşm û peyamên hevgirtî yên bi Erebî, Tirkî, Kurdî û Elmanî bi dawî bû.
BREMEN
Di çarçoveya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de li Domsheide yê Bermen ê Elmanyayê bi dirûşma “Kobanê 10 Jahre nach der Befreiung, Die Verteidigung Geht Weiter (10 sal piştî rizgariyê berxwedan didome) mitîng hat lidarxistin.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Di mitîngê pankartan û alayên PYD û TEV-DEM’ê hatin hilgiertin.
Li ser navê Defend Rojava Bremen daxuyanî hat dayîn û got, “
"Dewleta Tirk a ku ketina rejîma Esed weke derfetê dibîne, êrîşên li ser Rêveberiya Xweser didomîne. Di van êrîşan de rojnamevan, hunermend û sivîl hedef digirin. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Bendava Tişrîn dikin. Hilweşîna bendavê hem ji bo mirovan û hem jî ji bo ekolojiyê xetereyek mezin e.”
Di mitîngê de dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û “Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
NURNBERG
Li Nuremberg ê Elmanyayê li dijî êrîşên ser Rojava çalakî hat lidarxistin. Kurd û dostên wan ji bo sivîlên li Bendava Tişrînê dengê xwe bilind û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Türkiye, qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Tişrînê" berz kirin.
OSLO
Bi sedan Kurdistanî berxwedana Rojava û Tişrînê li paytexta Norwêc Osloyê silav kirin.
Di çalalkiya ku bi pêşengiya partiyên Kurdistanî û saziyên sivîl li navenda Osloyê hat lidarxistin de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hate şermezarkirin û berxwedana Tişrî nê hate silavkirin.
Hevserokê NCDK-Oslo Endam Aso di çalakiyê de axivî. Endam Aso diyar kir ku pêvajoya pêşiya me ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gelekî girîng e. Aso bang li gel û dostên Kurdistanê kir ku li cem berxwedanê bin û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin.
Parlamentera Partiya Çep a Sosyalîst (SV) ya Norwêcê Birgitt Oline Kjerstad, ji Partiya Sor a Norwêcê (Rødt) parlamentera Kurd Seher Aydar, ji Partiya Rast a Norwêcê (Venstre) parlamenter Ola Elvestuen û Partiya Karker a Norwêcê ya desthilatdar beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinan de piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman û bang li hikûmeta Norwêcê kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a endama NATO’yê ya li dijî Rojava rawestîne.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana QSD, YPG, YPJ’”ê, "Jin Jiyan Azadî" û "Solidaritet med Rojava û Kurdistan" hatin berzkirin.
SAARBRUCKEN
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina li Rojava meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî YPG-YPJ" hatin berzkirin. Dostên Kurdan ên Elman jî bi Elmanî daxuyanî xwendin.
KASSEL
Defend Rojava û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Kasselê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Bendava Tişrînê li bajarê Kassel ê Elmanyayê meşiyan.
Hevserokatiya DKTM’ê diyar kir ku şerê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî didome û dewleta Tirk sivîlên Rojava dike hedef. Hevserokan banga xwedîderketina li Rojava kirin.
Di meşê de gelek caran komên çep ên Elman axaftin hatin kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî YPJ/YPG" hatin berzkirin.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li ser banga Komuna Jinê ya Zînê li Place Kleber hatin ba hev. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPJ’”ê, "Bijî berxwedana YPG’”ê, "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo”, "Liberté pour Ocalan" û “Solution politique pour le Kurdistan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê depankarta “Terora dewleta Tirk rawestînin” û alên YPJ û YPG'ê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de li ser navê Komuna Jinê ya Zîn Sylvie Elmali axaftinek kir. Sylvie Elmali bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha got: “Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 147 rojan Kobanê hate rizgarkirin. Ev serkeftin di têkoşîna li dijî terorê de bû qonaxeke girîng û bû sembola azadiya jinê û azadiya gelên herêmê. Berxwedana Kobanê nîşanî cîhanê da ku berxwedana kolektîf, demokrasî û wekheviyê alternatîfa li zilm û zordariyê ye.
Xurtkirina berxwedana navneteweyî ya li hemberî van êrîşan ne tenê ji bo parastina Bendava Tişrînê, ji bo parastina Şoreşa Rojava jî gelekî girîng e. Berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz e û jin di eniyên pêş de ne. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jin ji bo mafên xwe û civaka xwe bi lehengî têkoşîna xwe didomînin. Di hefteyên dawî de bi hezaran jinên ji Kobanê, Girê Spî, Reqa, Hesekê, Qamişlo û bajarên din meşên aştiyane ber bi Bendava Tişrînê li dar xistin. Ev kombûn ne tenê nîşaneya berxwedanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk in, di heman demê de ji bo Xweseriya Demokratîk û azadiya jinê ya li herêmê bi hêz in. Bi êrîşên hewayî sivîl, rojnamevan û personelên tenduristiyê dikin hedef. Di rojên dawî de, zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûn. Ambûlansên ku birîndar radikirin jî hedef girtin û rûxandin. Divê dewleta Tirk ji ber sûcên dijmirovî bê darizandin.
Êrîşên li ser herêmên sivîl xeteriya ekolojîk û mirovahiyê derxistiye holê û TJK-E banga civaka navdewletî dike ku demildest têkevin nava liv û tevgerê. Daxwazên me ev in:
1. Divê demildest êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin.
2. Bi zanebûnî hedefgirtina sivîl, rojnameger û karmendên tenduristiyê jî di nav de divê sûcên dijmirovî bên lêkolînkirin û hilweşandina nexweşxane û ambûlansan bê lêpirsînkirin.
3. Divê desthilata Tirk û hevalbendên wê ji ber binpêkirina qanûnên navdewletî, bi taybetî sûcên dijmirovî û binpêkirina mafên mirovan bên darizandin.
4. Ji bo parastina sivîlan û binesaziya jiyanî divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî were qedexekirin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berdewamkirina berxwedana xwe amade ne. Lê pêwîstiya wan bi piştgiriya me heye. Werin em li çar aliyê cîhanê xwepêşandan û çalakiyan li dar bixin da ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesteke navneteweyî bê avakirin û mafên mirovan û demokrasiyê biparêzin."
MILANO
Bi sedan Îtalî û Kurd li ser banga Tora Piştgiriyê bi Kurdistanê re ya Italyayê, Komîteya Kurd a Italyayê û Torên Piştevaniyê ya bi Rojava re ya Enternasyonalîst li hev civiyan û çalakiyên protestoyî li dar xistin.
Li bajarê Milano bi sedan sazî, sendîka, partî û rêxistinên girseyê yên demokratîk di saet 14:00’an de li San Babila ku qada herî qerbalix ê bajêr e li hev civiyan.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê destkeftiyên ku bi şoreşa Rojava re hatiye bidestxistin, bên parastin û pergala Konfederalîzma Demokratîk di her şert û mercê de bê parastin.
Di berdewamiya çalakiyê de hate diyarkirin ku piştgiriya ji bo Rojava wê çalakî û bernameyên zêdetir dewam bike.
PARMA
Li bajarê Parma ê Îtalyayê li ser banga Donne in Nero bi dehan sazî û rêxistin li qada Garibaldî li hev civiyan û piştgiriya bi gelê Rojava re kirin.
Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Nûnerê Donne in Nero di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wê felsefeya “”Jin, Jiyan, Azadî” wê bi teqezî bi ser bikeve.
BERGENZ
Li eyaleta Vorarberg a Awusturyayê girseya ku bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Sara û Partiya Komunîst a Awusturalya (RKP) li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Girseya ku li paytexta eyaletê Bregenzê li hev civiyan û meşiyan, wêneyê sivîlên ku li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin hilgirtin û polîtîkayên êrîşkar û nîjadperest ên dewleta Tirk protesto kirin.
Piştî meşê li ser navê Kurdistaniyan ji aliyê Kamuran Botan ve daxuyanî hate dayîn. Botan diyar kir ku ji bo êrîşên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin divê demildest li dijî Tirkiyeyê bikevin tevgerê.
Li bajarê Innsbruck a eyaleta Tirol a Awusturyayê li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokrtaîk şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi sinevîzyon û axaftinên li ser şehîdên Bendava Tişrînê dewam kir.
Hevrêyê têkoşînê yê Bavê Teyar, Nureddîn Dêrik welatparêzî û tevkarên Bavê Teyar ên ji bo şanoya Kurdî anî ziman. Endamê TJK-E’ê Agirî Kobanê jî bal kişand ser girîngiya mîrateya şehîdan.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya TJK-F’ê li qada Republique meşa “Rojava biparê” hate lidarxisin. Jinên Kurd û girseya ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bendava Tişrînê şermezar kirin.
Gelek sazî û dostên Kurdan beşdarî meşê bûn.
Hevserokê CDK-F’ê Xanê Akdogan di meşê de axivî. Akdogan sivîlên ku di Tişrînê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Akdogan destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û berxwedanê mezin bikin.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
BERLÎN
Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê jî bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê û ji bo berxwedêrên li Bendava Tişrînê meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga hevpar ya Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hêvî, Cenî (Ofîsa Aşitiyê ya Jinên Kurd), Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, KJAR-Berlîn, Women Defend Rojava-Berlîn, Gemeinsam Kampfen-Berlîn, TekoJIN-Berlin, JXK-Berlin û JK-Berlinê li hev civiyan, li Qada Alexanderplatzê daxuyaniyek da.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Rizgarbûna Kobanê di heman demê de tê wateya serkeftina jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin. Têkoşîna di pêşengtiya şervanên YPJ’ê de girîngiya rola jinan ya di guherîna civakî de nîşan da. Lê belê serkeftina Kobanê hê jî di bin gefan de ye. Dewleta Tirk binesaziyên li herêmê hedef digire û bi balafirên şer êrîşan pêk tîne. Yek ji van êrîşan jî êrîşa li ser Bendava Tişrînê ye.
Ewlehiya Bendava Tişrînê ne tenê ji bo Kobanê di heman demê de ji bo hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e. Ev herêma ku bûye sembola şoreşa jinan, hê jî weke piştevaniyeke gerdûnî û têkoşîna azadiyê tê parastin. Piştî 10 salan serkeftina Kobanê û têkoşîna jinan hê jî weke sembola têkoşîna azadî û wekheviyê ye.’’
YXK’ê jî daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’10 salan beriya niha hêzên YPG û YPJ’ê li Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev serkeftin ne tenê rizgarbûna bajarekî ye, di heman demê de ji bo azadiya mirovahî û jinan ji hemû cîhanê re peyameke xurt bû. Îro destkeftiyên vê şoreşê ji nû ve di bin gefan de ne. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê aşitiya li herêmê di heman demê de têkoşîna jinan ya parastina jiyana azad dike jî hedef digire. Têkoşîna jinan dê li hemberî van zextan têk neçe. Ji Şengalê heya Efrînê, ji Kobanê heya Ewropayê jin di refên herî pêş ên têkoşînê de cih digirin. Îro jî roja xwedîderketina têkoşînê û helwestnîşandana li hemberî êrîşên li ser Rojava ye.’’
Namzetê Parlementoya Federal a Die Linke Neukollnê Ferhat Koçak jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Gelek welatên Rojavayî yên piştgirî dane rizgarbûna Kobanê, îro li hemberî êrîşên li ser herêmên Kurdan bê deng in. Bêdengbûna partiyên Elmanyayê yên weke Keskan, SPD Û FDP’ê nakokiyeke mezin e. Tevî van zehmetiyan hemûyan jî, weke dengê ku piştevaniya ji bo gelê Kurd xurt dike, ez li ser navê Die Linke Neukêllnê namzetê Meclîsa Federal im. Ji bo bidawîkirina zextên li ser gelê Kurd û herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.’’
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de gelê Kurd divê gelên li Rojhilata Navîn û kesên li dîasporayê xwedî li Rojava derkevin. Şoreşa Rojava,şoreşa mirovahiyê ye. ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê şoreşê derkeve.’’
Piştî daxuyaniyan bi sedan Kurdistanî û dostên wan, bi dirûşmeyan heya Brandenburger Torê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana YPJ-YPG”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana QSD” hatin berzkirin.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê û ji bo berxwedêrên li Bendava Tişrînê mitîngek hate lidarxistin. Mitîng ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Dresdenê û Initiative fur Frieden in Kurdistanê ve li Stastona Trênê ya Navendî ya Dresdenê hate lidarxistin.
Di mitîngî de ev daxuyanî hate dayîn:
’’Piştî hilweşîna desthilatdariya Beşar Esed, li şûna pêvajoya aşitiyê mixabin ku şerekî ku di çarçoveya berjewendiyên navneteweyî de tê birêvebirin, rû da. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî herêmên Kurdan dikin. Gelê herêmê li hemberî êrîşan têkoşîneke bêhempa didin meşandin û li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind dikin.
Dewleta Tirk bi êrîşên xwe nirxên mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Bi balafirên şer rasterast welatiyên sivîl tên hedefgirtin. Tê ragihandin ku heya niha 21 welatiyên sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 140 welatî jî birîndar bûne. Divê civaka navneteweyî demildest li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bike û helwesta xwe nîşan bide. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê piştgirî û berxwedanê têkoşîna xwe didomîne.’’
Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên ‘’Bijî Berxwedana QSD”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.