Gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyê hate şermezarkirin

Kurd û dostên wan li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava li gelek bajarên Ewropayê derketin kolanan.

Li Parîsê hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin. Çalakiya ku bi banga CDK-F (Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê) û Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F), ACTIT, SKB, FEDA û nûnerên saziyên Fransiz pêk hatî saet 19.00'an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a  Parîsê dest pê kir. Di çalakiyê de bi sedan Kurd û dostên Kurdan hazir bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PYD'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya Çarşemê li Brûkselê ya li ber parlamentoya Ewropayê bang kirin, ku çalakî saet 13.00'an wê bibe.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li Marsilyayê saet 18.00'an li ber walîtiya Marsilya û Konsolosê DYE'yê çalakî kirin. Di çalakiyê de gelek caran hate gotin, ''Kujer Erdogan, hevkar DYE''' û hate gotin, her kêlî divê mirov ji her tiştî re hazir be. Di çalakiyê de ji bo çalakiya sibe ya li Marsîlayayê ya li ber nûnertiya Ewropayê, ku saet 14.00'an wê were kirin bang hate kirin.

RENNES

Li Rennes a Fransayê jî êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Çalakî bi banga Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Zîn hate kirin û li Meydana Colombiyayê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan heta bi Meydana Republîque meşiyan û pankarta ''ji dagirkeriyê re na'' vekirin.

BÎEL

Li Bern, Bîel û Baselê yên Swîsreyê jî Kurdistanî li dijî hewldana dagirkeriya Tirk derketin kolanan. Çalakger dowîzên ''Em ê Rojava bi dest faşîzmê ve bernedin, li djî dagirkeriyê Rojava biparêzin'', ''Em ê li dijî faşîzma Erdoganê kujer li ber xwe bidin'', ''Em li nirxên mirovahiyê yên li Rojava xwedî derketin'' hate vekirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya CDK Bernê li qada Waîsenhaûsplatzê hatin cem hev û mîtîngek çêkirin. Li ser navê PYD ya Swîsreyê û Navenda Civaka Kurd axaftin hatin kirin û hate gotin çawa li dijî DAÎŞ'ê Kurdan li ber xwe dabe, niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê jî wê li ber xwe bidin.

Her wiha bi heman armancê li ber stesyona navendî ya trênê jî çalakî hate kirin.

DEN HAAG

Li Den Haagê ya Hollanda jî Kurdistanî û dostên wan li dijî faşzîma AKP-MHP'ê li ber Parlamentoya Hollanda hatin cem hev.

Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hate goitn ,''Faşîst, dîktator Erdogan'', ''Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike''.  Di çalakiyê de banga çalakiyê ya roja Çarşemê ya li Brûkselê ya li ber Parlamentoya Ewropayê hate kirin.