France Înterê li ser 'keriyê faşîst' Bozkûrtan nivîsî

Radyoya France Înter bi sernavê "keriyê di bin bandorê de" cih da rêxistina sûc a paramîlîter a dewleta Tirk bozkûrtan.

France Înterê bi bîr xist ku Bozkûrtên di Tîrmeh û Cotmeha 2020'î de li banliyoya Decînes a Lyonê û herêmên Dîjon û Îsereyê bi êrişan ketin rojevê, bi taybetî par gefên 'tund' li civaka Ermen a li Fransayê xwarin.

Di nivîsê de ya li malpera înternetê ya radyoyê hate weşandin, wiha hate gotin, "Ev milîsên faşîst li Tirkiyeyê baş tên naskirin. Zêdeyî 50 sal in Kurdan, Ermenan, Elewiyan, hevzayendan, Yahûdiyan, Xiristiyanan weke dijminê Tirkiyeyê dibînin û gefê li van mirovan dixwin, wan dikujin. Lê belê li xaka Fransayê jî Bozkûrtan bal kişandin ser xwe. Di demekê de ku têkiliyên dîplomatîk ên navbera Fransa û Tirkiyeyê giran bûbû, der bûn. Ji xwe Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji dema ku welêt bi rastgiriya tund bi rê ve dibe, netewperestiya Îslamî ya nû belav dike, vê yekê weke amûrek ji bo bêdengkirina muxalîfên li Tirkiye û Ewropayê bi kar tîne.

Lê belê rastî ew e ku ev komik beşek ji bandora Tirkiyeya Erdogan a li ser Fransayê temsîl dike. Enqere ji Bozkûrtan jî wêdetir li Ewropayê tevneke xurtir a siyasî û olî datîne. Armanc jî ew ku popularîteya Erdogan ne tenê li nava Tirkan her wiha li nava tevahiya misilmanan belav bike."