Fîlmê Rojava yê Heyva Sor a Kurdistanê li Îtalyayê bal kişand

Şaxê Îtalyayê yê Heyva Sor a Kurdistanê li ser hovîtiya DAÎŞ'ê dokûmanterek nîşan da. Dokûmanterê li Îtalyayê gelekî bal kişand.

Dokûmantera Heyva Sor a Kurdistanê ya li ser berxwedana Kobanê, hovîtiya DAÎŞ'ê û drama mirovahiyê di 9'ê Sibatê de hate nîşandan.

Fîlm ji aliyê Enrîco del Gamba û Gîacomeo Sînî ve hate amadekirin ku di nava Heyva Sor de dixebitin.

Fîlm cara duyemîn 11'ê Sibatê roja Sêşmeê li Sînemaya Il Centro Cûltûral Vertîgo ya li bajarê Lîvornoyê hate nîşandan.

Fîlm bi piştgiriya şaredariyê li zanîngehan, lîse û dibistanên navîn jî hate nîşandan. Bi vê armancê li lîsteya Polo Lîceale Francesco Cecîonî fîlm hate nîşandan.

Rayedarên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku Îtaliyan bi baldarî li fîlm temaşe kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.