Festîvala Engîn Sîncer a 13’emîn hate lidarxistin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, Festîvala Ciwan û Çandê ya Engîn Sîncer a 13’emîn hate lidarxistin.

Li tesîsa werzîşê ya Espace Champ de Foîre Roûte de Refîûznîks ya li banliyoya Parîsê bi tevlêbûna ciwanên Kurd ên Fransayê Festîvala Ciwan û Çandê ya Engîn Sîncer a 13’emîn hate lidarxistin.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, Zeynep Kinaci (Zîlan), Mazlûm Dogan, TJK-E, TCŞ û pankartên ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ‘Bi giyanê Egîd û Çiyageran em ê Rêber Apo azad bikin’ hatin daliqandin.

Di festîvalê de maça fînalê ya fûtbolê hate kirin yên ku di tûrnûwayên meha Gulanê de bûbûn yekemîn.

Ji xeynî maçên fûtbolê jî kişik û maçên badmînton, tenîsa maseyê û voleybol jî hatin lîstin.

Piştî xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 22’ê Gulana 2019’an de di hevdîtinê de dabû, çalakgerê berxwedana greva birçîbûnê Denîz Surgut jî bi têlefonê tevlî festîvalê bû.

Di festîvalê de li ser navê TCŞ’ê Akîf Botan, li ser navê CDK-F’yê Fevziye Erdemîrcî û siyasetmedarê Kurd Firat Varto jî axivîn.

Koma Zarokên Rojê, Denîz Deman, Farqîn Azad û Seyda Perînçek jî derketin ser dikê.