Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê bi nûnerên Katalan re rûnişt

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik, li paytexta Katalonya Barcelonayê bi Seroka Parlamentê û nûnerên gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Dêrik li ser vexwendina Parlamenta Katalan serdana Barcelonayê kir.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ'ê, Dêrik bi Seroka Parlamenta Katalonyayê Alba Vergés Bosch, nûnerê Partiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Komarger a Çep a Katalonyayê (ERC – Esquerra Republicana de Katalonya) re hevdîtin kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, metirsiya DAÎŞ'ê, têkoşîna li dijî vê metirsiyê, rewşa Kampa Holê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatin nirxandin.

Têkoşîna jinan a li qadên leşkerî, siyasî, civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji mijarên rojeva hevdîtinê bû.

Fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik ji bo bernameya televîzyonê ya Katalonyayê jî hate vexwendin û di bernameya bi moderatoriya rojnamevan Monica Terribas de bersiv da pirsên zêdeyî 400 beşdaran.

Dêrik li Barcelonayê beşdarî fûareke pirtûkan jî bû û bi vê wesîleyê pirtûka nivîskar Dilar Dîrîk a li ser têkoşîna jinên Kurd hate nasandin.

Serdana fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik dewam dike.