BI DÎMEN

Fermandar Egîd hate bîranîn

Li bajarê Freîbûrgê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) hate bîranîn û hate ragihandin ku mîna lehengên mîna wî têkoşîn gihîştiye vê astê.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan Alî Konkûrd axivî, bal kişand ser girîngiya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" û ji bo çalakiya 15'ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di çarçoveya pêngavê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Xizmê şehîdan Salih Hezex jî got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd bi saya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û lehengên mîna wî gihîştiye vê astê."

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser Mahsûm Korkmaz û Hefteya Lehengiyê hate nîşandan.

Çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.