Federasyona Yekîtiyên Elewiyan serdana çalakgeran kir

Endamên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Fransayê doh serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, di roja 36'an de ye. Endamên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Fransayê doh serdana çalakgeran kirin.

Koma ku ji rêveberên federasyonê û gelek bawermendên Elewî pêk dihat, serdana çalakgeran kir. Hevserokê federasyonê Hakan Akça bi navê komê axivî.

Akça diyar kir, ew piştgiriyê didin çalakiyê, lewma hatine serdana wan û got, "Em her kesên cihê xwe di çalakiyê d digirin ji ber çalakiya wan a bi rûmet silav dikin."

Akça bal kişand ser komkujî û asîmîlasyona heta niha li Kurdan, li Elewiyan hatiye kirin û got, "Em ê li dora mafên xwe yên gerdûnî ku li ser bingeha azadî û aştiyê diparêzin li hev bicivin û têkoşîna xwe ya ji bo Kurdan û Elewiyan bidomînin."

Akça bang li rayedaran kir ku bersivê bidin daxwazên çalakgeran û çareseriyekê hilberîne.

Akça got, "Em piştgiriyê didin çalakiyê û di vê demê de em ê bi hev re tevbigerin. Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Em çalakiya wê silav dikin û bi navê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Fransayê dibêjin, em ê li pêşberî pêvajoyeke wiha bêdeng nemînin."

Bi navê çalakgerên greva birçîbûnê Hevserokê KCDK-E'yê axivî û ji ber serdana wan, spasiya endamên Federasyona Yekîtiyên Elewî yên li Fransayê kir.

Koç got, "Têkoşîna me ne tenê jib o gelê Kurd e, ji bo bawerî û gelan hemûyan e" û diyar kir, tecrîd li her kesên demokrasiyê dixwazin tê ferzkirin.

Koç bang li her kesî kir ku çalakiyan li dar bixin, faşîzma Erdogan hilweşînin û demokrasiyê biparêzin.