Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) a li ser wefata neviyê Seyîd Riza Rustem Polat daxuyaniyek da û got: “Ji ber wefata neviyê Seyîd Riza Raywer (Rayber) Rustem Polat em sersaxiyê ji malbat û hemû Elewiyan re dixwazin û êşa wan parve dikin.
Raywer Rustem Polat di tevahî jiyana xwe de li dijî înkar, asîmlasyon, qetlîam û qirkirinê di nava têkoşîan heqîqet û berxwedanê de bûye, jiyana xwe fedayî heqîqeta baweriya rêya Heq û Kurdan kiriye. Rêberekî me yê rênîşaner ê layîqî jiyana Seîd Riza ê li dijî zilm, serweran a têkoşîna kalikê xwe ya ji bo mezlûm û mexdûran bû.
Li dijî êrîşên li ser pîroziyên Elewiyan derketiye, li dijî desthilata AKP-MHP’ê ya ku dixwaze hafizeya Elewî û Kurdan tine bike, pêşengtiya îtirazan kiriye û gav bi şûnve neavêtiye.
Wefata Raywer Rustem ê yek ji çinarên me yên lêgerîna heqîqeta dîrokê ye, ji bo me Elewiyan êşeke mezin e.
Em ê xwedî li rêya wî derkevin. Li dijî faşîzma ku xwe bi ser gel û Elweiyan pêçaye ji bo laîk, demokratîk û welatekî hiqûqê em ê bi hev re têbikoşin.