FED-KURD’ê kongreya xwe ya 2’an pêk anî

FED-KURD’ê li lokala Navenda Kurdistaniyên Azad a Berlînê 2’emîn Kongreya xwe pêk anî.

FED-KURD’ê li Berlînê kongreya xwe ya 2’an pêk anî. Kongreya ku gelek mêhvanên ji partiyên çep tevlî bû bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer di kongreyê de axivî. Koçer ê pêşketinên siyasî nirxand got: “Divê em ji bo xebatên civakî hê zêdetir dem peyda bikin. Divê di qadên fermî û bîrokratî de hê zêdetir pêş ve biçin.”

Piştî rapor hate xwendin û şûnde rêveberiya FED-KURD’ê hate hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Mehtap Erol û Menderes Erturk hatin hilbijartin. Ji bo komîsyona kontrolkirinê 2 ji bo komîsyona disiplînê jî 3 kes hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşman bi dawî bû.