Federasyona Kurdistaniyên Azad ên li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) ji bo meşa 18'ê Mijdarê ya li Berlînê daxuyaniyek weşand ku wê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xizmetê ji hemû gelan re dike û hate gotin, di 26'ê Mijdara 1993'an de bi fermannameya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanter karên wê hatin qedexekirin û 30 sal in ji ber vê qedexeyê saziyên Kurdistanî û bi hezaran Kurdên li Elmanyayê hatin krîmînalîzekirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qedexe dûrî ji pîvanên hiqûqê ye, xwedî nakokiyên mezin e û biryareke siyasî ye.
Di daxuyaniyê de hem biryara li doza Dusseldorfê, hem jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mijarê nîşan dane ku dewleta Elmanyayê di qedexeyê de neheqî kiriye û hate xwestin ku dewleta Elman ji gelêw Kurd û PKK'ê lêborînê bixwaze û qedexeyê tavilê bi dawî bike.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostên Kurdan, saziyên demokratîk, sendîka û kesayetên azad hate kirin ku 18'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Berlîn Oranîenplatzê beşdarî meşa navendî ya li Elmanyayê bibin û dawî li vê bêedaletiyê bînin.