FCDK KAWA li dijî dagirkeriyê banga xwepêşandanan kir

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, FCDK KAWA banga xwepêşandanan kir.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a KAWA (FCDK-KAWA) têkildarî êrişên qirker ên dewleta Tirk ku bi piştgiriya PDK û Iraqê li Başûrê Kurdistanê dike, daxuyaniyek weşand û banga seferberiyê li gelê Kurd û dostên wan kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd di bin êrişa topyekûn a rejîma Erdogan ê faşîst de ye ku piştgiriyê ji dewletên herêmê û nokerên xwe yên herêmî werdigire.

FCDK-KAWA diyar kir ku artêşa Tirk a faşîst ji bo Başûrê Kurdistanê ji mirovan xalî bike, ji hewa û bejahî ve bombeyan li gundan dibarîne û bi piştgiriya PDK'ê êrişî destketî û azadiya gelê Kurd dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagirk û îlhaq bike, mîna li Efrînê kir dixwaze qir bike" û bang li gelê Kurd hate kirin ku van êrişên qirker û dagirkeriyê têk bibe.

Lewma jî bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên Kurdistanê hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê seferber bibin û li her deverê çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.