BI DÎMEN

FCDK-KAWA civîna xwe ya dema navber lidar xist

Federasyona FCDK-KAWA li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê 6’emîn Civîna xwe ya Dema Navber lidar xist.

CIVÎNA FCDK-KAWA

Civîna FCDK-KAWA’yê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de destpêkê dîwan hate hilbijartin.

Siyasetmedar Îsmet Kem axaftinek kir û têkildarî pêvajoyêm dawî yên siyasî, rol û girîntiya meclîsên gel ên demokratîk nirxandin kir.

Di axaftinan de qala êrîşên dagirkeriyê yên Kurdistanê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li Ewropayê hate kirin û hat destnîşankirin ku divê têkoşîn bê geşkirin.

Nûnerên KOMAW, CÎK, TJKE, PYD û nûnerên Rojhilat jî di civînê de amade bûn. Rêveberiya nû ya ku ji 11 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Di dawiya hilbijartinan de Mehmet Copan û Kerîme Barcin bûn hevserok.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.