Faşîzma Tirk û xiyaneta PDK’ê li Ewropayê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN

Kurdistanî bi banga KCDK-E’yê li gelek bajarên Ewropayê hatin ba hev û xiyanet û hevkarî û faşîzma Tirk şermezar kirin, banga avakirina yekitiya neteweyî kir.

Ji bo protestokirina êrîşa bi çekan a li Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê hat kirin û nûner Denîz Cevdet Bulbul hat kuştin, li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

BRUKSEL

Ji bo şermezarkirina  qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul, gelek Kurdistaniyên li Bruksela paytexta Belçîkayê, li ser rêya Franklîn Roosevelt ku Nûnertiya Başûrê Kurdistanê lê ye hatin ba hev.

Pankartên wêneyên Bulbul û nivîsên ‘’Bila bimire xiyanet, xwe ker neke’’ li ser, hatin hildan.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîq Xefûr li çalakiyê wiha axivî: ‘’Em dijminê xwe nas dikin. Rejîma Erdogan û dewleta Tirk a faşîst li her derê, bi her awayî êrîşê me dikin. Duh jî hikumeta Iraqê bi fermî ragihand ku dewleta Tirk bi dronean êrîş kiriye. Lê em baş dizanin ku derdor û xiyanetkarên li ser navê Kurdîtiyê tev digerin bi dewleta Tirk re nebin hevkar, dewleta Tirk tu car nikare wiha êrîş bike. Mixabin PDK ku rêveberiya wê di destên Malbata Barzaniyan de ye, bûye destê dagirkeran. Malbata Barzaniyan ji bo qelskirina tevgerên Kurdan û tunekirina wan bi dijminên sereke yên Kurdan re dibe hevkar û rê li ber dagirkerî û qirkeriyê vedike. Êrîşê li KNK’ê, êrîşek e ku li yekitiya neteweyî hatiye kirin. Diyar e ku ev êrîşa qirêj bi plan hatiye kirin.’’

Refîq di dawiya axaftina xwe de li ser navê KNK’ê bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku xwe ker nekin û helwesta xwe nîşan bidin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bila bimire xiyanet’’, ‘’Xwe ker neke’’, ‘’Bijî berxwedana Kurdan’’ qediya.

STRASBOÛRG

Kurdistanî li îstgeha navendî ya Strasboûrgê ku bajarekê Fransayê ye hatin ba hev û faşîzma dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê bû. Kurdistaniyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul û siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê qetil kirine, hil dan.

Dirûşmeyên ‘’Tirkiye kujer e, Ewropa bêdeng e’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin. Di axavtinan de xiyanet û hevkarî hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku divê Kurd li dijî êrîşên bi armanca qirkirinê yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk armanc ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rabike û PDK û malbata Barzaniyan jî hevkarê vê konseptê ne.

Di axavtinên hatin kirin de her wiha jî hat gotin: ‘’Dewleta Tirk a faşîst û PDK ya hevpar, berê xwe daye Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê PDK ya xiyanetkar dide destên dewleta Tirk. Me bang li hemû Kurdan û dostên wan e; derbikevin kuçeyan û vê qirkirin û xiyanetê qebûl nekin. Em li ber xiyanetê têkoşînê geş bikin.’’

MARSÎLYA

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Marsîlyayê êrîşa bi çekan li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê hat kirin û nûner Denîz Cevdet Bulbul hat qetilkirin, hat şermezarkirin û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Pankartên li ser ‘’Li dijî dagirkeriya Tirk û xiyaneta malbata Barzaniyan parastina Kurdistanê bike’’ û ‘’Kujer MÎT û PDK ne’’ nivîsandî, û dowîzên wêneyên Şehîd Denîz Cevdet Bulbul li ser, hatin hildan û Enes Karliova daxuyanî li ser navê DKTM’ê xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku tifaqa PDK-AKP’ê ne nû ye û wiha hat gotin: ‘’PDK bi salan e ku hevkara tifaqa AKP-MHP’ê ye. Xiyaneta PDK’ê li dîwarê berxwedanê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ket. Dewleta Tirk kengî bikeve tengasiyê li dijî vî dîwarê xwe li PDK’ê digire. Di serî de Başûr divê hemû gelê Kurdistanê li dijî xê çeteya xiyanetê helwesta xwe nîşan bide.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Dewleta Tirk a qirker bi piştgiriya malbata Barzaniyan her roj qetlîaman dike. Dewleta Tirk berê Kurdan dide hev da ku Kurdan qir bike. Malbata Barzaniyan dihêle ku dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êrîşan bike. PDK pê re dibe hevkar û hêjahî û erdê Kurdistanê pêşkêş dike. Kurd bi xiyanetê pir aciz dibin. Bi êrîşa bi çekan li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê hat kirin, Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul bi nemerdî hat qetilkirin. Dawî li vê xiyanetê neyê diyar e ku wê hêj qetlîam bibin. Bila PDK-malbata Barzaniyan demildest dev ji vê xeta xwe ya xiyanetkar berdin û bibin xwedanê helwesteke li gor nirxên Kurdan. Di serî de MÎT ku çeteyeke qetlîamê ye, bila dewleta Tirk hemû baregehên xwe yên leşkerî û fealiyetên xwe li ser erda Kurdistanê bi dawî bike. Li her cihê ku em lê ne, em ê bi ruhê yekitiya neteweyî em ê parastina axa bikin û têbikoşin.

Gava xwendina daxuyaniyê, bêyî navber dirûşmeya ‘’Bila bimire xiyanet’’ û ‘’Bijî Kurdistan’’ hatin berzkirin.

VIYANA

Bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, li Viyanayê ku paytexta Awûstûryayê ye, saet di 17.00’an de li ber Balyozxaneya Tirk çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Kurdistanî wê sibehê jî saet di 18.30’an li Platz der Menschenrechteyê derketin qadan.

MANNHEÎM

Bi banga KCDK-E’yê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û dirûşmeyên ‘’Bila bimire xiyanet’’ û ‘’Erdoganê dîktator’’ hatin berzkirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul bi çalakiyekê hat protestokirin.

Kurdistanî li ser banga Înîsiyatîfa Ciwanan a Munîh û DKTM’ê saet 16.00’an li navenda bajêr li hev civiyan û li dijî êrîşên qirkirinê mîtîngek li dar xistin.

Kurdistaniyên li qada Stachus a navenda bajêr li hev civiyan, bi pankartên ku hevkariya malbata Barzanî ya bi Serokkomarê Tirk ê faşîst re nişan dide û dowîzên Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul ê li Hewlêrê hat qetilkirin hildan û êrîş şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila Qetlîamên li Kurdistanê bi dawî bibe”, “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime”, “Bimre xiyanet”, “Şehîd namirin” û Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanya bi pêşengiya DKTM Saarbruceken, PYD û Meclîsa Jinên Êzidî çalaki hat lidarxistin. Di çalakiyê de qetilkirina Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gele Kurd” û “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin.