Şehîd Gulnaz Karataş li ber avahiya NY’ê hat bibîranîn

Ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hat bibîranîn.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin, kete meha 34’an.

Çalakiya rûniştinê ya ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de ji 25'ê Çileya 2021'an û vir ve her roja Çarşemê li ber nûnertiya NY’ê ya li Cenevreyê tê lidarxistin de, yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 31’emîn salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz li ser şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê Cotmeha 1992’yan de li dijî xiyaneta PDK’ê şer kir û ji bo teslîmî xiyanetê nebe xwe ji zinar avêt û şehîd bû û keda wê ya di artêşbûna jinan de axaftinek kurt kir û deqeyek rêz hate girtin.

Hevserokê din Mehmet Latîf Çelebî jî bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in didome û got ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin.

Çelebî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke pratîkeke şerê taybet tê meşandin û wiha got: "Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime bi vê tecrîdê ve girêdayî ye. Em di serî de bêdengiya CPT û sazî û rêxistinên mafên mirovan têkildarî tecrîda mutleq, rexne dikin."

Çelebî anî ziman ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gelên bindest azad nabin û xwîna li Rojhilata Navîn tê rijandin bi dawî nabe û wiha pêde çû: "Heta ku tecrîd bi dawî nebe û Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin."

Piştî axaftina Çelebî welatiyên Kurdistanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û bi berzkirina dirûşman azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya navendî ya 28’ê Cotmehê roja Şemiyê ya li bajarê Baselê ku di şexsê Gulnaz Karataş de şehîdên Cotmehê bên bibîranîn, hat kirin.