Ermenî li Strasboûrgê meşiyan

Ermeniyên li Dîasporayê li Strasboûrgê ya Fransayê meş û mîtîngeke girseyî kirin.

Dîasporaya Ermenî êrîşên dagirker ên Tirk û Azerî yên li gel çeteyên ji Sûriyê anîn ên li Qerebaxa Jor şermezar dikin.

Înê Ermeniyên ku ji gelek deverên Ewropayê hatibûn li Strasboûrgê li hev kom bûn.

Bi hezaran Ermenên ku li ber Konseya Ewropayê li hev kom bûn bi dirûşmên, ‘’Terorîst Elîyev, Erdogan’’ li dijî dagirkeriyê meşiyan û diyar kirin dagirkerî bi hevkariya Tirkiyê û Azerbaycanê pêk tê.

Meş û mîtîng wê rojê çêbû ku Komîteya Domdar a PMKE’yê rapora Tirkiyê nîqaş dikir, pêk hat.

Rapora derheqê binpêkirina mafê mirovan ên li Tirikiyê ku 19’ê Kanûnê hatibû Komîteya Çavdêr a Konseya Ewropayê weşandibû, ji hêla Komîteya Domdar ve hate qebûlkirin.

Ermeniyên ku sibehê li ber KE’yê hatin cem hev, heta bi DMME’yê meşiyan.

Li ber DMME’yê çalakgeran diyar kirin Azerbaycan û Tirkiye li dijî mirovahiyê sûc dikin û bang li DMME’yê û welatên Ewropî kirin ku li dijî Tirkiyê û Azerbaycanê bibin xwedî helwest.

Girse piştre bi meşê hate ber Konseya Ewropayê. Dîasporaya Ermeniyan dema ku hatin ber qada çalakiya rûniştinê ya aktivîstÊn TJK-E’yê Kurdan û Ermeniyan bi hev re gotin, ‘’Kujer Erdogan’’ û faşîzma Tirk şermezar kirin.

Rêveberê Komeley Ermen Vîgel axivî û got, ‘’Dewleta Tirk bi cîhadiyan re Kurd qetil kirin. Niha jî ji bo ku Ermenen qetil bikin cîhadî şandine lê ti dewlet li dijî vê nebûye xwedî helwesteke zelal. Tirkiye bi xeyalên neo-osmanî êrîşê tîne ser her deverî. Nexasim dixwaze bi cîhadiyan qira Kurdan û Ermenan bîne. Em bêdengiya Ewropayê û cîhanê şermezar dikin.’’