EPP: Bila NY li Bakurê Sûriyeyê herêma ewle îlan bike

Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ji bo ku êrîşên Tirkiyeyê yên li gelên Rojava bi dawî bibe û Tirkiye hêzên xwe vekişîne bang kir ku bila bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî herêmeke ewle were avakirin.