Enternasyonalîstan serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Enternasyonalîstên ji bo protestokirin û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 roj in dimeşin, li Strasboûrgê serdana berxwedêrên grevê kirin.

75 entarnasyonalîstên ji gelek welatên cuda ji Lûxsemboûrgê dest bi meşê kirin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê gihiştin hev.

Li ser navê enternasyonalîstan komek serdana 14 kativîstên Kurd ên ev 61 roj in di grevên birçîbûnê de ne kirin.

Li ser navê koma enternasyonalîst Crîstîna Reed axivî û diyar kir ku ji bo heman daxwazên wan ev 5 roj in dimeşin.

Reed bibîr xist ku ew jî ji bêhestyarbûna raya giştî ya navneteweyî xemgîtin û got: “Em mirovên ku ji ramanên Birê Ocalan ên ji komfederalîzma demokratîk bandor bûne. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû gelên hejar in. Em daxwaza azadiya Ocalan dikin.”

Reed domdarî got: “Ev çalakiya we çalakiyeke bi rûmet û cesaret e. Divê sazî û dezgehên navneteweyî bikevin tevgerê. Ji ber ku ya li Tirkiyeyê dibe faşîzm e. Tişta ji destê me bê em ê bikin.”

Profesora enternasyonalîst a sosyalîst a Îtalî Jîan Lûîjî Serîana jî got: “Min temenê xwe bi tevgera ciwanan re borandiye. Her dema ez ciwanekî berxwedêr dibînim bîra zarokatiya min tê bîra min.”

Serîana got: “Ez li vir soz didim we; heta çalakiya me bi encam bibe dev jî têkoşînê bernadin.”

Li ser navê koma çalakger jî Rojnameger Gulistan Îke jî axivî, diyar kir ku lihevkombûna pêkhateya îro ya li ser ramanên Ocalan ew jî kelecanî kiriye, bibîr xist ku wê çalakiya x we bibiryardarî bidomînin.

Enternasyonalîstên demekê li gel çalakvanan ma, piştre tevlî koma meşê bûn û ji wir veqetiyan.

Meşvanên meşa dirêj a ji welatên cuda hatin Strasboûrgê ber bi Konseya Ewropayê ve dimeşin.