Di nava Meşa Dirêj a bi qasî 3 kêkometre ku ji navenda bajarê Strasborûgê heta Qada Place Kléber a pêşiya KE’yê meşiyan de, gelek şoreşgerên enternasyonalîst ên ji welatên cuda, hilbijêrên HDP’yî, rewşenbîr û gelek ciwanên Kurd hebûn.
Bi sedan çalakvanên ku saet 14:00’an li Avenûe de I’Eûrope ya li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û KE’yê kom bûn, dirûşmên komployê şermezar dikin qîr kirin.
CIWAN: KOMPLO WÊ BÊ VALA DERXISTIN
Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Şorşeger hate dayîn de, hate diyarkirin ku wê Komploya Navneteweyî vala derbixin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê. Ciwanan anî ziman ku wê li dijî tecrîdê têkoşînê bigihînin serketinê.
Şoreşgera Jin a Spanyayê Ester Peter bal kişand ser planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û dewletên kapitalîst ên di serî de li ser Rojava û Kurdistanê. Şoreşgera Spanyayî anî ziman ku şoreşger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd napejirînin.
‘DEWLETÊN EWROPA DIBIN HEVKARÊ SÛC’
Şoreşgera Swîsreyî ku di meşa dirêj de cih digre Arman Bergmann wiaha got; “Di 4 sal ên dawî ya girankirina tecrîdê de bi hezaran kes hatin qetil kirin û bi deh hezara kes hatin girtin. Çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dayî destpê kirin di roja 100’î de ye û çalakiyên din 2 meh li pey xwe hiştin. Dewletên Ewropa jî hevkarên vê sûcî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê erka gelan e û li dijî faşîzmê rabûna ser p^yeam berpisyartiya me ye.”
‘BERXWEDANA GELÊ KURD RÊ NÎŞANÎ ME DIDE’
Jina şoreşger a bi navê Agatha Pînho ya Portekîzî wiha got; “Em jinên şoreşger piştvaniya gelê Kurd dikin. Welatên Ewropî peyva ‘demokraî’ gelek caran bikartînin lê ew bixwe ne demokrat in. Divê serî de şoreşa Rojava û tekoşîna gelê Kurd were parastin. Divê li dijî faşîzmê gel dengê xwe geştir bikin. Berxwedana gelê Kurd ji bo avakirina jiyanekî azaf û aştiyane rê nîşanî me dide. Ew ê têkoşîna jinan serbikieve.”
‘JI BO TEŞHÎRKIRINA HELWESTA DIJÎ EXLAQ EM LI VIRIN’
Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ku di meşa Baselê de cih digre, di mîtîngê de axivî û got; “Kombûna me ya li pêşiya Konseya Ewropa ji bo teşhîrkirina helwesta dij exlaqî ya saziyên Ewropayê ya di mijara Kurd de ye. Gelê Kurd ji bo mirovahiyê bi hezaran zarokên xwe winda kir. Em banga têkoşîna bihevre gelên bindest û raya giştî ya cîhanê dikin.”
Hozan Şemdîn û Reber derketin ser dikê. Mîtîng bi govendê bi dawî bû.