Enternasyonalîst bi qîrîna dirûşm û sirûdan dimeşin

Meşa enternasyonalîstan a ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê, ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" dest pê kir, bi coş dewam dike.

Meşa enternasyonalîstan ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re û li dijî faşîzmê mil bidin hev" dest pê kir di roja çaremîn de ye. Roja çaremîn a meşê li ber avahiya Edaletê ya li Luksembûrgê dest pê kir.

Ji Latîn Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, welatên Skandînavya, Îran, Efrîka Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanaryayê û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê bûne.

Enternasyonalîst doh bi şev li salona Pablo Nerûda ya li bajarê Gûenange yê Fransayê man. Serê vê sibehê jî saet di 10:00 de dest bi meşa xwe kirin. Piştî ku bi 10 kîlometreyan meşiyan wê bigihêjin bajarê Thonvîlle yê Fransayê û bi şev li vir bimînin.

Çalakgerên ku li pişt pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistane re" dimeşin, di meşê de li ser armanca çalakiya xwe belavokan belav dikin.

Her wiha dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîrin. Meş bi coş dewam dike.

Enternasyonalîstan doh daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û ragihandibûn ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û xwestin tecrîd tavilê bê rakirin.