Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata Ozmen peyama sersaxiyê da

Hevserokatiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen peyameke sersaxiyê weşand.

Hevserokatiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen peyameke sersaxiyê weşand.

Peyam bi vî rengî ye:

"Em bi navê rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata mamoste Fewzî OZMEN gelek xemgîn in. Mamoste Fewzî OZMEN, bi salan dersdariya zimanê Kurdî kir, pirtûkên rêzimanê nivîsîn û heta dawiya temenê xwe li ser zimanê Kurdî karekî pir hêja kir. Evîn û bedewiya zimanê Kurdî mîna robarekî ji dilê wî diherikî. Em soz didin ku li wê evîna wî ya bêdawî xwedî derkevin. Em li ber ruh û giyanê wî bejna xwe ditewînin. Bila serê gelê Kurd, heskiriyên wî, saziyên peywendîdar û malbata wî sax be. Bi hêviya sebir û aramiyê."