Enstîtuya Kurdî ji ber wefata Fevzî Ozmen daxuyanî da

Enstîtuya Kurdî ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen daxuyanî da û diyar kir ku ew ê bibin şopdarên xebatên wî.

Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîstî ya li Elmanyayê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîstî li Elmanyayê wiha ye:

“Em vê sibehê bi agahiyeke xemgîn hişyar bûn. Mamosteyê me yê hêja Fevzî Ozmen xatir ji me xwest û koça dawî kir!

Mamoste Fevzî Ozmen, demeke direj bû hevserokatiya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanya dikir. Ozmen jiyana xwe di nava xebatên gelê Kurdistanê de derbas kir. Di salên dirêj ên penaberiyê de bi giranî xebatên wî li ser çand, lêkolîn û perwerdeya zimanê Kurdî bû. Di Enstîtuya Kurdî de bi taybetî wek hevserok û di gelek sazîyên neteweyî yên Kurdistanî bi giştî wek endamê YMKê, PENA KURD, KNK û hwd kar kir. Bi piralî di nava hewldanên bi rûmet û pîroz ên Kurdistanî de xebatên xwe dimeşand û dema xwe bi piranî di nav kar û barên rewşenbirî de derbas dikir.

Divê bê zanîn ku cewherê xebata Mamoste Fevzî li dijî siyaseta qirqikirina çandî ya dewleta Tirk bi berxwedaneke afirîner û encamgir pêk dianî. Di encamê de banga me ji bo gele me û bi taybetî ji bo qada rewşenbîrî, akademîk û niviskarên Kurdistanî ew e ku ji bo bilindkirina ala çand û zimanê Kurdî herkes bi erkên xwe rabe û berbirsiyarîya xwe ji bo bibîranîna Mamoste Fevzî pêk bîne.

Em wek rêvebir û hevalên wî yên Enstîtuya Kurdî, sozê didin ku em ê şopdarên xebatên wî yên watedar û girîng bin. Em ê vê meşa wî ya pîroz heta dawiyê bênavber bidomînin.

Bernameya oxirkirina mamoste:

1. 18.09.2023 – Saet di navbera 14.00 – 16.00an de li navnîşana li jêr:

Dogan Arena

Hochofenstraße 24

58135 Hagen

2. Saet di 17.00an de li Navenda Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî

Virchowstraße 1

40225 Düsseldorf”

Cenazeyê Fevzî Ozmen li gundê Şoraxê yê navçeya Çad a Erziromê were veşartin.