Enstîtuya Kurd: Divê Swêd PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne

Enstîtuya Kurd a li Stockholmê xebatên xwe dike, destnîşan kir ku divê Swêd a ku Cînayeta Palme xiste stûyê PKK’ê lêborînê ji Kurdan bixwaze, daxwaz kir ku divê Swêd PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne.

Li Swîsreyê piştî daxuyaniya şefê polîs û serdozger a di sala 1986’an de Serokwezîr Olof Palme ku li nava kolanê ji aliyê Stîg Engstrom ve hatiye qetilkirin û şûnde du meh derbas bûbe jî, hê jî gotûbêjên li ser didome.

Enstîtuya Kurd a Stockholmê ji ber mexdûryeta ku bê ku delîlek şênber hebe hedefkirina Kurdan divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze, ji bo PKK ji lîsteya terorê derbixîne, bi nivîskî serlêdanek kirine.

Serokê Saziyê Kamûran Simo Hedîlî têkildarî qetilkirina Palme ji ANF’ê re axivî. Hedîlî anî ziman ku piştî Serdozgerê Swêdî 10’ê Hezîranê ragihand ku di qetilkirina Palme de ti rola Kurdan tine û şûnde rewşenbîrên Kurd têkildarî mijarê li ser înternetê gotûbêjek dan destpêkirin.

Hedîlî diyar kir ku ji Kurdistan, Tirkiye, Rûsya û Ewropayê bi dehan nivîskar û rewşenbîr tevîl nîqaşê bûn. Hedîlî got: “Swêdê bi vê xwestin bi kevirekê du çûkan bixin. Bi vê Palme yê ku li dijî emperyalîst û sîstema Kapitalîst ji holê rakir û hem jî Tevgera Azadiya Kurd a li cîhanê yekane tevgera demokratîk ku li ser piya maye berpirs nîşan da.”

Hedîlî bibîr xist ku ji qetilkirina Palme herî zêde Kurd ziyan dît û ev nirxandin kir: “Berpirsnîşadana Kurdan a ji qetilkirina Palme tiliya Tirkiye têde heye. Bi hevkariya polîtên Tirk û Elman qetilkirin xistin stûyê PKK’ê û gelê Kurd. Ne tesadufe roja piştî qetilkirina Palme di manşetên çapemeniya Tirk û Swêdê de sûcdarkirna PKK’ê ya ji mijarê.”

‘DIVÊ ŞAŞTIYA DEWLETA SWÊD KIRÎ RAST BIKE’

Hedîlî anî ziman ku divêd dewleta Swêd ji vê şaştiya kirî vegere û rast bike û got: “Dewleta Swêd bû sedem ku gelek welat PKK’ê bixe nava lîsteya terorê. Serdozger anî ziman ku ti têkiliya Kurdan bi Qetilkirina Palme re nîne û PKK jî tevgerekî azadiyê ye ku li dijî dewleta Tirk têkoşînê dike. Divê tişta pêwîst êdî bê kirin. Divê ya ewilê Swêd PKK’ê ji lîstaya terorê derxîne, ji bo welatên din jî heman tiştî bikin bikeve nava hewldanan. Desteka herî zêde Swêd bike Kurdan ev e.”

Hedîlî daxuyankirin ku her çendî Serdozgeriya Swêdê anîbe ziman ku PKK tevgerekî ya azadiyê ye jî lê hê jî zextên li ser Kurdan dewam dike.

‘VÊ DEQA REŞ LI SER SWÊDÊ RAKIN’

Serokê Saziyê Kamûran Simo Hedîlî herî dawî bibîr xist ku divê tavilê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û got: “Gava herî samîmî ku Swêd bavêj e, ev e. Heta ku ev neyê kirin ti wateya gotinên serdozger tine. Madem hûn dibêjin me şaştî kir, tavilê rast bikin. Vê deqa reş li ser Swêdê rakin. Ensîtuya Kurd a Stockholmê yek ji saziyê herî bi rêxitinkirî û xurt a Swêdê ye. Her salê bi dehan çalakiyan dike. Dewleta Swêdê yek kron jî alîkarî bi saziya me re nekiriye. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin em ê di asta hikûmetê de bikevin nava hewldanan.”