Endamên DÎDF’ê piştgirî dan greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Fransa Strasboûrgê ku 17’ê Kanûnê hatibû destpêkirin, bi biryardarî didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ku 17’ê Kanûnê dest pê kir di roja 14’and e didome. Serdanên ji bo greva birçîbûnê didomin.

Îro tevahiya rojê ji gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi dehan Kurdistanî û Tirkiyeyî serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan greva birçîbûnê. Endamê Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk (DÎDF) serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan greva birçîbûnê.

‘DIVÊ MIROVAHIYA PÊŞVERÛ PIŞTA XWE NEZIVIRÎNE’

Di çalakiyê de rêveberê DÎDF’ê Îbrahîm Balci axivî û got; “Gelê Kurd wê bi awayekî cuda bikeve sala nû dibe ku ‘bi dayîna bedelan’ jî bikeve sala nû. Divê mirovahiya pêşverû di vê pêvajoyê de pişta xwe li Kurdan nezivirîne. Divê di pîrozbahiyên sala nû de berxwedana gelê Kurd neyê jibîrkirin.”

Îbrahîm Balci bi domdarî got; “Ew ê destek û piştevaniya me ya ji bo çalakiyê bidome. Bi taybet piştî sala nû divê saziyên Ewropa ya berpirsyar bi awayî aktîf kar bike. Em hewld didin ku çalakiya greva birçîbûnê bixin rojeva raya giştî.”