‘Em rê nadin dagirkeriyê’

Kurdistanî û dostên wan ên li dijî gefên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriye û Sûriyeyê nerazîbûn nîşan dan, li çar bajarên Swêdê daketin qadan.

Di çalakiyan de ku êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistan û Rojava hatin şermezarkirin, dirûşim hatin qîrkirin û peyama wê rê nedin dagirkeriyê dan.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên tevlî çalakiyan bûn di axaftinên kirin de anîn aiman ku wê rê nedin ku êrîş li ser YPG/YPJ û PKK’ê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin kirin û DAÎŞ têk birin.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ên saet 13:00’ê li Qada Norra Bantorgetê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û hewldanên dagirkirina xaka Rojava bi meş û mîtîngekê protesto kirin.

Çalakiya bi banga Meclîsa Jinan a Amara, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholm û Komîteya Rojava hate kirin, li ser navê rêxistinan axaftin hate kirin. Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku dewleta Tirk û Erdogan êrîş dibe ser hemû hêzên daxwaza demokrasî û aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dike.

Parlementerê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga axivî û diyar kir ku dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser Şengal û Rojava ciwanên Kurd li gel dostên xwe yên enternasyonalîst berxwedanek mezin kirin, gel rizgar kirin û derbên xurt li çeteyan dan. Em ê piştevaniya xwe ya ji bo YPG/YPJ’ê bidomînin.”

Kasirga anî ziman ku dewleta Tirk li ser sînor leşker tije kiriye û diyar kir bê ka çawa hikûmeta Swêdê û Partiya Karker a Sosyal Demokrat li dijî dagirkeriya Efrînê rabû wê li dijî êrîşên li ser Rojava jî rabe. Bang li dewleta Tirk û PKK’ê kir ku ji bo aştiyek pêk werin li hev bicivin.

Serokê Herêma Stockholm a Partiya Çep Ebba Karlsson diyar kir ku wê piştevaniya Partiya Çep a weke berê niha jî bi gelê Kurd re bidome. Karlsson bibîr xist ku wê li dijî êrîş û gefên li ser Rojava bi biryardarî bisekinin.

Karlsson ê li dijî êrîş û gefên li ser Rojava bang li hikûmeta Swêdê kir got: “Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bê azadkirin.”

Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmet Karamûş jî axivî û dewleta Tirk tehşîr kir. Li Qada Raoûl Wallenbergê jî Parlementerê Partiya Çep Danîel Rîazat jî axivî diyar kir ku li Rojava hemû etnîk û netewe bi hev re di nava aştiyê de dijî nîşanî hemû cîhanê da û ji bo gelên hejar bûye hêvî. Rîazat got: “Hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa durûtiyê dike. Bi gotina em piştevaniyê dikin têrê nake. Divê di pratîkê de vê nîşan bide.

OREBRO

Li Qada Vaghûstorget a bajarê Orebroyê jî dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin. Dirûşmên ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Destê xwe yên bi xwîn ji Rojava bikişînin’ hatin qîrkirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn destnîşan kir ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk a di bin navê ‘korîdora aştiyê’ projeya jiyana azad a gelê Kurd û dostên wan xira bike. Eger ku îro mirovahî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê nefesek aram dikişîne ev bi saya şehîdbûna bi hezaran Kurdî pêk hatiye.

GOTEBORG

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî û dostên wan ên li Brûnnparkenê hatin ba hev dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborgê Lehon Lehone anî ziman ku wê heta dawî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Rojava rawestin, bila guman tu kesê ji vê nebe.

Parlementera Partiya Çep Tony Haddaoû diyar kir ku Erdogan û rejîma Tirk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li aliyekê zextê li HDP’ê û muxalîfan dike li aliyê din li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Haddaoû destnîşan kir ku divê cîhana derve li dijî tehdîdên dagirkeriyê yên Erdogan her kes dengê xwe bilind bike, bang li Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêd kir ku guşaran li ser Tirkiyeyê dane.

MALMO

Li Qada Trîangel a navenda bajarê Malmoyê jî dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin. Natalîa Svensson a li ser navê Komîteya Rojava axivî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê yên li serê cîhanê bûbû bela bi sya têkoşîna jinên Kurd û YPG/YPJ’ê têk çûn. Svensson bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser destkeftiyên Rojava û got: “Ji bo destkeftiyên li Rojava bên parastin û ji nû ve gefên zindîbûna DAÎŞ’ê bê astengkirin divê di serî de cîhana derve û Yekîtiya Ewropa hemû hêzên demokrasiyê li dijî gefên dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Malmoyê hate kirin de jî hate gotin ku gelê Kurd û dostên wan rê nade ku êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê bên pêkanîn. Bang li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku guşaran li ser Tirkiyeyê pêk bînin.