'Em çiyayên Kurdan in'

Ji çar hêlên cîhanê rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û ramanger piştî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava peyamên piştevaniyê didin.

Piştî êrîşên qirkeriya dagirker ên Tirk ên li ser Rojava gelek hunermend, nivîskar, entellektuel, akademîsyen ji Kurdan re dibêjin, ''Em çiyayên we ne''.

ÇIYA JÎ TENÊ NE

Yek ji feylezof û nivîskarê Ewistralyayê Borîs Buden got, ''Têgîna ''çiya'' a di gotina Kurdan ''ji bilî çiya dost nînin'' de avakirina bi rengekî resen a kûrahiya civakî vedibêje, ya di wê rewşa xirûxalî û hatîterkirin de. Sêwirîna civakî ya ku li bilindcihan tenê  mayî, xwe digihîne kûrahiyê di bin zemîna rasteqîniyê de''. Buden di peyama xwe de bi berdewamî got, ''Li gel Kurdan çiya jî tenê ne.''

KURD NE TENÊ NE

Feylezof û nivîskarê Xirwatî Srecko Horvat jî bal kişande ser wateya çalakiya piştevaniyê ya bi rengê''Ji bilî çiya dost nînin'' û got, ''Piştevaniyeke madî bû ku têkoşîna du berxwedanan ku ji ya berçav bêhtir xwedî hêlên hevpar in, bi hev ve girêdide. Du têkoşîn (Têkoşîna Kurdan û têkoşîna partîzan a Yugoslavan) pêşî şerê gerîla bû, li çiyayan hate kirin, di pêvajoya geşedanê de rengên nû yên demokrasiyê û federalîzmê bi xwe re anî''. Horvat di peyama xwe de got ya ku ji bo Sûriyê xeyala wê divê were kirin divê Sûriyeyeke federal be û got, ''Gelê Kurd êdî ne tenê ye.''

DIVÊ EM HEMÛ BIBIN ROJAVA!

Prof. Natasa Mîrkovîç, şîrovekarê muzîkê û aktrîs jî got ''Ez bi Rojavaya me şanaz im! Divê em hemû bibin Rojava! Bi dilê xwe li gel we me! Tika dikim, dilê we bila rehet be! Ez jidil hezkiriyê we me!.'''

EM BÊDENGIYA HIKÛMETÊN ROJAVAYÎ Û HEVKARIYA WAN ŞERMEZAR DIKIN

Prof. Sandro Mezzadr, Zanîngeha Bologna û Tora Euronomae jî di peyama xwe de bal kişandin ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava, bêcihbûwarbûna bi sed hezaran mirov a ji ber dagirkeriya Tirk, berxwedana QSD'ê û gel a li dijî dagirkeriyê bi bîr xistin û gotin , ''Li çar hêlên cîhanê bi deh hezaran mirov derketin kuçeyan û piştevaniya xwe ya ji bo konfederalîzma demokratîk a Rojava nîşan dan û operasyona Tirk şermezar dikin.''. Bi berdewamî girîngiya şoreşa Rojava hate bibîrxistin û hate gotin ,''Ji bo parastina vê tecrûbeyê li hemû cîhanê bi deh hezaran mirov bi têkoşîna Rojava re bûne yek û xwe berdane kuçeyan.''

Di peyamê de hate gotin rejîma Erdogan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî bêqidoşiyek e, pirsa ''hûn li kîjan alî ne?'' hate kirin û hate gotin, ''Em li pişt Rojava têne cem hev, em li pişt YPG/YPJ'ê, li pişt QSD'ê têne cem hev û berevaniyê li konfederalîzmê û xwerêberiyê dikin û hewl didin ku wê xurtir bikin. Em bêdengiya hikûmetên Rojayî ku firotina çekan a ji bo rejîma Erdogan bincil dikin û hevkariya wan şermezar dikin. Divê berevanî li Rojava were kirin, artêşa Tirk divê vekişe.''

DIVÊ JI BER SÛCÊN ŞER WERIN DARIZANDIN

Nivîskar Justîn Podur jî got ''Bi kêmanî divê rayedarên Tirk û efser ji sûcên şer werin darizandin û biryarên guşarên dîplomatîk li ser hikûmeta Erdogan divê werin danîn. Ev divê peywira tevgerên dijî şer ên li Rojavayê cîhanê be, ku ji bo başiya nifşên herêmê û cîhanê ya dahatuyê divê rabin ser piyan.''

TÊKOŞÎNA DIJÎ DAÎŞ'Ê EM JI BÎR NAKIN

Prof. Dr Antonîa Davîdovîc-Walther jî got, ''Di rewşeke wiha de ku hikûmeta  Elman, YE û Donald Trûmp li ber Erdogan xwe dikin erd û ditewînin, gelê Bakurrojhilatê Sûriyê (Rojava) ne tenê ye. Berevajî Trûmp, em têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ti carî ji bîr nakin.''

KAMPANYAYA BOYKOTÊ DIDOME

Her wiha Angela DavVîs, Brîan Eno û Noam Chomsky jî di nav de 280 akademîsyen, nivîskar û hunermend ji bo Tirkiyê boykot bikin kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin. Kampanya her ku diçe her cure sazî û dezgehên bi desteka hikûmeta hikûmeta Tirk e, hemû organîzasyonên çandî û hunerî yên bi sponsoriya dewleta Tirk e vedihewîne û her ku diçe berfirehtir dibe. Yek ji akademîsyena Zanîngeha Cambrîdgeyê Sarah Jîlanî got, ''Hunermend, kurator, galerîvan dibe ku nikaribin şer rawestînin lê saziyÊn hunerê yên bi desteka dewleta Tirk dikarin şer rawestînin'' û li dij3i Tirkiyê banga boykotê kir.

Jîlanî di nivîsara xwe de ya di Frîze Magazîne de, ya bi navê ,''Cîhana hunerê divê Tirkiyê boykot bike?'' protesto û boykotên li dijî hikûmeta Efrîkaya Başûr mînak nîşan da ku ji 1960'î heta bi 1990'î berdewam kiribû.