Elmanyayê komeke Neo-Nazî qedexe kir

Komeke Neo-Nazî ya rastgiriya tund ji aliyê rêveberiya Elmanyayê ve hate qedexekirin. Hejmara komên rastgiriya tund ên ji destpêka salê ve hatine qedexekirin bû sê kom.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, serê sibehê li çar eyaletan "tevdîrên polîsî" hatin wergirtin.

Wezaretê bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, serdegirtin li dijî koma bi navê "Nordadler" (Teyrên Bakur) hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Steve Alter got, "Li ser înternetê jî cihê rastgiriya tund û antîsemîtîzmê nîne."

Kom bi giranî li ser înternetê çalak bû. Wezaretê ragihand, ku kom li ser şopa îdeolojiya nasyonal-sosyalîst e û tevî "Nordadler" her wiha bi çar navên cuda kar dikir. Hemû jî navê gelê Elman destnîşan dike: "Völkische Revolution", "Völkische Jugend", "Völkische Gemeinschaft" û "Völkische Renaissance"

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku endamên komê soz li ser girêdana bi Adolf Hîtler û nûnerên girîng ên rejîma Nazî dane, ziman û sembolên rejîma Nazî bi kar anîne.

Sala 2018'an piştî serdegirtina li Nordadler, damezrînerê komê ji NDR'ê re axivî bû û diyar kiribû ku ew xwe Nazî dibîne û li dijî siyasetmedaran wê êrişê bikin.

Dozgeriya federal jî wê demê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku kom hewl dide çek, cebilxane û teqemeniyê bi dest bixe.

Li gorî Wezareta Karên Hundir Nordadler 20'emîn komeleya rastgiriya tund e ku hatiye qedexekirin. Di nava salê de jî ya sêyemîn e ku hatiye qedexekirin. Meha Çileyê koma bi navê "Combat 18" û meha Adarê jî koma bi navê "United German Peoples and Tribes" hatibûn qedexekirin.