Elewiyan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk Kiliç protesto kirin

Federasyona Elewî ya Brîtanyayê efûkirina yek ji berpirsên Qetlîama Madimakê Ahmet Tûrûn Kiliç a ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve li pêşiya Sefaretxaneya Tirk protesto kirin.

 

Nûner û endamên saziyên Elewî ya girêdayî Feferasyona Elewî ya Brîtanyayê (BAF) li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Londonê hatin ba hev, efûkirina Ahmet Tûrûn Kiliç ê yek ji berpirsê Qetlîama Madimakê ku 33 kes jiyana xwe ji dest dabû cezayê muebetê girtibû û ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hate protestokirin.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsên ‘Em xizim, wan efû nakin û yên wan efûkirîn jî’ û ‘Em heta nebêjin bi dawî bû, dawî nabe’ li gel wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin hildan.

Her wiha bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Roj wê bê wê gel hesab ji Erdogan bixwazin’, ‘ Bêdeng nemîne ku bêdeng bimînî wê dor bê te jî’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ hatin qîrkirin.

Berî ku daxuyanî bê dayîn çalakvanan xwestin çelenga reş danin pêşiya sefaretxaneyê lê, li sar fermana sefîr polîsan rê neda.