Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku doza girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû heman rojê bûn û hate ragihandin ku Gergerlîoglû roja Newrozê li meclîsê hate destgîrkirin.
Di daxuyaniya ELDH'ê de hate diyarkirin ku ev bûyerên metirsîdar hemû di hefteya Newrozê de qewimîn û hate gotin, êrişên ku bi rêk û pêk tên kirin ji bo tepisandina hebûn û temsîliyeta polîtîk a gelê Kurd e.
'DOZ SIYASÎ NE; MUXALEFET BI GIRTINÊ BERDÊLÊ DIDE'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek asteke nû ye di tundiya dewletê de û encamên çavdêriya çavdêrên ELDH'ê yên li gelek dozên HDP'iyan hatin parvekirin. ELDH'ê diyar kir ku dozên li dijî HDP'iyan hemû siyasî ne, pîvanên bingehîn ên darizandinê jî hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelek siyasetmedarên HDP'î mîna Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, berdêla muxalefeta li hikumeta AKP-MHP'ê bi girtîmayina bi salan dane.
'TIRKIYE PENABERAN WEKE AMÛREKE GEFXWARIN Û DANÛSTANDINAN BI KAR TÎNE'
Di daxuyaniyê de gotinên Komîserê Bilind ê ji Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Josep Borrell û Komîserê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Oliver Varhelyi hate bibîrxistin ku gotibûn, "Girtina duyemîn mezintirîn partiya muxalefetê, destavêtina li mafê hilbijartinê yê bi milyonan hilbijêrên li Tirkiyeyê ye." ELDH'ê diyar kir ku komîsyonê bal kişandiye ser pîvanên ku divê welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê û endamê Konseya Ewropayê li gorî wê tevbigere û ragihad ku medya fermî ya Tirk jî qerta ji 4 milyon penaberî dide pêş. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikumeta Tirkiyeyê gelek caran penaber weke amûreke gefxwarinê û danûstandinê bi kar anî."
'DIVÊ TUNEKIRINA DEMOKRASIYÊ BI XWEŞBÎNÎ NEYÊ PÊŞWAZÎKIRIN'
Di daxuyaniya ELDH'ê de bang li Yekîtiya Ewropayê û hikumetên welatan hate kirin ku tuneikrina demokrasiyê û binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, hîn bêhtir bi xweşbînî pêşwazî nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê berdêla berjewendiyên aborî û leşkerî yên Yekîtiya Ewropayê û NATO'yê nedin" û hate destnîşankirin ku cih ji ajandayên cuda re nîne.