Ehmed li Parlamenta Brîtanyayê axivî

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Parlamenta Brîtanyayê axivî.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ku li paytexta Îngilîstan Londonê hevdîtinên dîplomatîk dike, doh êvarê li Parlamenta Brîtanyayê axivî. Ehmed gefên êrîşên yên dewleta Tirk û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê jî di nav de gelek mijar nirxand.

BAL KIŞANDE SER GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Di civîne de ya bi malxweyîtiya Parlamenterê Partiya Karker Lloyd Russell-Moyle bi tevlêbûna gelek nûçegihan û siyasetmedaran pêk hat, ku di nav wan de Parlamenter Sandy Martîn jî hebû.

Îlham Ehmed, li civînê, ya ku ji hêla Navenda Xebatên Kurd (Centre For Kurdîst Progress) ya Londrayê ve hatibû organîzekirin, bi bîr xist ku di dest wan de 800 girtiyên DAÎŞ'î hene û ev welatiyên 47 welatan in û divê welatên van têkilî welatiyên xwe çareseriyê bibînin. Ehmed got dewleta Tirk tim êrîşê tîne ser Kurdan, êrîşên wan ên li ser Kurdan zêde bûne, tecrîda liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ji bo ku ev tecrîd were şikandin bi sedan Kurd ketine greva birçîbûnê.

MOYLE: ROJAVA 100 SALÎ LI PÊŞ BRÎTANAYÊ YE

Lloyd Russell-Moyle çavdariyê ji serdana xwe ya li Bakurê Sûriyê ku beriya bi çend mehan kiribû vegotin û got, ''Beriya bi mehekê ez çûm cihê cih û min bi çavê serê xwe dît ku demokrasiya piranîxwaz çawa sazkar e. Li vê herêmê ku nexasim weke dijberê jinan tê dîtin min dît ku jin çawa li hemû qadên jiyanê û rêveberiyê hene. Min dît ku civakên ji çand û baweriyên cuda çawa bi wekhevî bi hev re dijîn. Ez şaş mam ku pergaleke civakî ya konfederalîst a piranîxwaz, demokratîk, hawîrdorparêz li van deran hatiye avakirin.  Ez dikarim bibêjim ji vî alî ve ji Brîtanyayê 100 salî bêhtir li pêş e. Heke vê pergala civakî ya li ser xaka ku şaristanî lê ava bûye em neparêzin wê demê divê em careke dî li rêgezên xwe yên etîk ên gerdûnî binerin.

Her wiha mijara DAÎŞ'ê heye, em spasiyekê deyndarî Kurdan in ku DAÎŞ têk birin. Ya dî jî divê em balê bikişînin ser êrîşên kirêt ên dewleta Tirk.''

JI 47 WELATAN 800 ENDAMÊN DAÎŞ'Ê

Seroka Desteweya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî bal kişande ser girtiyên DAÎŞ'î yên di  dest QSD'ê de û got, ''Niha di dest me de 4 hezar malbatên endamên DAÎŞ'ê û nêzî 800 endamên DAÎŞ'ê hene. Ev 800 DAÎŞ'î welatiyên 47 welatan in. Em dixwazin van teslîmî welatên wan bikin. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de me 8 hezar şehîd dan, bi hezara birîndar û xaziyên me hene. Bi vî şerî û bi van berdêlan hem me ewlehiya xwe bi cih anî û hem jî ewlehiya hemû Ewropayê. Lê dikarim vê jî bibêjim; hê jî talokeya DAÎŞ'ê ranebûye. Hê jî li deverên mîna Reqayê êrîşên bombeyî pêk tîne. Ji bo vê jî têkoşîna dijî DAÎŞ'ê divê bidome. Ji hêla fizîkî ve dibe ku ji holê rabûbe lê ji hêla îdeolojîk ve têkoşîn dive bidome. A girîngtirîn jî divê ew herêm ewle bimîne û aram bimîne. Ev ê bibe mîsogeriya demokratîkbûna Sûriyê.''

'HEKE DAÎŞ EV ÇEND XURT BÛBE KEDA DEWLETA TIRK DI VÊ DE YE'

Ehmed li ser êrîş û gefên dewleta Tirk jî got, di çav dewleta Tirk de her Kurd terorîst e û domamnd, ''Ji aliyê Rojava ve ti êrîşek neçû ser dewleta Tirk, berevajî tim wê êrîş anî ser me. Ji biryara vekişînê ya Emerîkayê û vir ve dewleta Tirk zêdetir gefan dixwe. Niha jî dixwazin ku herêma ewle bi dest wan were kontrolkirin. Tirkiye bi herêma ewle dixwaze Rojava dagir bike. Heke DAÎŞ ev çend xurt bûbe bandora dewleta Tirk di vê de pir zêde ye. Sînorên Tirk ji bo ku DAÎŞ tê re derbas bibin bû rêyeke sereke.

Dewleta Tirk dibêje ew şerê terorê dike. QSD'ê ya ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirî mîna terorê dibîne. Di çav dewleta Tirk de her Kurd terorîst e. Naxwaze ku Kurd xwe rê ve bibin û bibin vîn. Hûn dibînin, li welatê xwe ku 20 milyon Kurd lê hene êrîşê dibe ser Kurdan û hilbijêrên HDP'ê ya ku 6 milyon deng standiye, wan dixe zindanan.

Niha bi sedan mirov di greva birçîbûnê de ne lê dewleta Tirk xwe nebihîstî dike. Pirs ne pirsa terorê ye, divê Kurd bigihijin mafên xwe yên herî sirûştî. Li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke giran heye. Hemû mafên wî hatine binpêkirin. Ev nêzîkatî her wiha nêzîkatiya li Kurdan e. Niha jî gefa li Rojava dixwe û dibêje ew ê êrîşê bîne. Heke êrîşê bîne rewş dîsa wê bibe weke berê. Wê gelek mirov koç bikin. DAÎŞ dîsa wê bikaribe xwe bide ser hev û xurt bibe. DAÎŞ'ên nû jî dikarin derkevin holê.''