ECPMF’ê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamegeran da

Navenda Çapemenî û Azadiya Medyayê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî girtina 4 rojnamegeran da.

Navenda Çapemenî û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF) ya girêdayî Mudaxeleya Bilez a Azadiya Medyayê (MFRR) derbarê serdegirtina ofîsa Wanê ya Ajansa Mezopotamyayê û girtina çar rojnamegeran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî nûçeya avêtina du kesan a ji helîkopterê ev rojnameger hatine girtin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku malpera Ajansa Mezopotamyayê 22 caran hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryara nepenîbûnê aniye ser dosyeya lêpirsînê ya Şîban û Tûrgût ên ji helîkopterê hatibû avêtin û hate gotin, “Ji ber nûçeyê ku çêkirina rojnameger tên girtin. Em dixwazin ku rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala serbest werin berdan. Ji bo ku rojnamegeriyê pêdivî karta çapemeniyê û destûra fermî tune. Divê hemû materyalên rojnamegeriyê jî teslîmî rojnamegeran were kirin û divê rayedar ew dîmenên ku kopye kirine jî jê bibin.”