KCDK-E: Werin em xwedî li mexdûrên şewatê derkevin

Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E'yê got, "Em bang li her kesî dikin ku bi rêya Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî gelê me yê mexdûr û hewcedar bike."

ŞEWATA LI ÇINAR-ŞEMREXÊ

Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E'yê diyar kir ku di şewata li navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de hem ziyanên canî, hem jî malî û ekolojîk hene û bang li gelên li Ewropayê kir ku xwedî li mexdûrên şewatê derkevin.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“Di şewata ku li 19 gundên navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derket, ji ber xemsariya dewletê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ji bo destwerdana li şewatê nekete nava liv û tevgerê û ji bo parastina wargehan û dermankirina birîndaran tevnegere. Nexweşxaneyên heyî ji ber pirsgirêkên kapasîteyê ji bo dermankirina birîndaran têrê nakin.

Dewleta Tirk a qirker û saziyên wê, li hemberî şewata ku gel derfetên xwe seferber kirine, bêdengiya xwe didomînin. Dermankirina welatiyên bi giranî birîndar bûne di cih de û dema xwe de nehat kirin. Ajal telef bûn, xweza, wargeh û jîngeh zirareke mezin dîtin. Bi hezaran ajal mirin. Dewlet bêyî ku bi ti awayî mudaxele bike qirkirina ekolojiyê domand.

Çapemeniya dewletparêz a dewletê ev qada berfireh girt ser xwe û ev şewat weke nûçeyeke asayî nîşan da û bi vî rengî bêberpirsiyariya dewletê veşart. Dewleta ku di şer, komkujî û zilmê de helîkopter, balafir, tank, top û tivingên xwe bi kar tîne, karesata şewatê bêdeng temaşe kir. Dewleta Tirk li gel qirkirina siyasîî qirkirina ekolojiyê jî didomîne.

Mezinahiya karesata li herêmê hatiye asta xetereyê. Erdnîgariya Kurdistanê ku hevsengiya wê ya ekolojîk beriya niha bi şer û talanê hatiye xerakirin, bi vî şewatê re ziyanên canî, malî û ekolojîk dîtin.

Nêzîkatî û helwesta qirker a dewleta Tirk a li hemberî xweza û jîngehê tê zanîn. Tê xwestin ku Kurdistan bibe erdnîgariyeke ku nayên jiîn. Ji bo vê jî şewata ku duh bi şev pêk hat bi vê zîhniyetê nêzîk bû û gel terkî qedera xwe kir.

Li şûna ku helîkopter, agirkuj û ambûlansan bişîne cihê bûyerê, kuştin, komkujî û karesat bi Kurdan da jiyîn. Dewlet bi qasî ku ji destê wî hat karesat biçûk û ji rêzê nîşan da.

Di encamê de ji ber xemsariyê mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran ajal telef bûn. Erdnîgariyek mezin şewitiye û bûye xwelî.