Dr. Gulpî: Ocalan li Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye

Bijîşkê ji Başûrê Kurdistanê Faîk Gulpî hate serdana çalakgerên Strasboûrgê û got ku “Abdullah Ocalan ne bi tenê rêberê gelê Kurd, ew mifteya çareseriyê ya hemû kêşeyên Rojhilata Navîn e.”

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di 17’ê Kanûna 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 146’an de didome.

OCALAN JI BO AZADIYA GELAN TÊDIKOŞE

Bijîşkê ji Başûrê Kurdistanê Faîk Gulpî hate serdana çalakgerên Strasboûrgê û tendirustiya çalakgeran kontrol kir. Piştî serdanê Qulpî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide hemû gelên li Rojhilata Navîn di nav azadiyê de bijîn û got ku “Ocalan ji bo azadî û serxwebûnê xebitî û gelê Kurd deskeftiyên mezin bi dest xist. Ji ber vê jî rejîma Tirkiyeyê 20 sal in Ocalan dîl girtiye û xistiye bin tecrîdeke giran. Li gelek bajar û welatên Ewropayê û li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê her kes li dijî tecrîdê derkevin.”

Gulpî diyar kir ku Ocalan ne bi tenê rêberê gelê Kurd e û got ku “Ocalan mifteya çareseriya hemû kêşeyên li Rojhilata Navîn e. Bi rakirina tecrîda li ser Ocalan re wê doza Kurdan çareser bibe. Ji ber vê jî, ji bo ku tecrîdê rake divê her kes zextan li Tirkiyeyê bikin.”