Doza siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya dest pê kir
Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya yê ku Elmanyayê ew dîl girtibû, doza wî li Hambûrgê dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya yê ku Elmanyayê ew dîl girtibû, doza wî li Hambûrgê dest pê kir.
Mahmût Kaya di 14’ê Hezîrana 2018’an de li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Essenê hatibû destgîrkirin û di 16’ê Hezîranê de hatibû girtin. Mahmût Kaya îro cara pêşîn derket pêşberî dadgehê. Kurdistanî beriya rûniştinê li pêşiya dadgehê kom bûn û girtina Kaya protesto kirin û sloganên ‘Azadî ji Mahmût Kaya re’ berz kirin. Kurdistaniyên ku li hemberî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi berdilkên xwe yên ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ tevlî çalakiye bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyê rûniştina dozê taloqî 20’ê Kanûna 2018’an hate kirin.