Doxtorê navdar ê Hollandî serdana greva birçîbûnê kir

Ji doxtorên girîng ên bi piştevaniya têkoşîna bi taybet koçber re li Hollandayê tên naskirin Co Van Melle, serdana her du berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li Dan Haagê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Doxtorê 82 salî yê Hollandî Co Van Melle, serdana Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên ev 3 meh in di grevê de ne kirin.

Doxtorê navdar ê guh dan armanca çalakî û çalakvanan, piştre jî her du çalakvana muayîne kir.

Doxtor anî ziman ku pirsgirêkên çav, gurçik, gihik û çerm ên Huseyîn Yildiz hene, bi taybet pirsgirêka dîtin, êşa serî û gurçikê ya Hasbî Çakiçi li pêş in.

Doxtor Van Melle destnîşan kir ku pirsgirêkên cidî yên çalakvanan heye û divê bi lezgîn bên tedawîkirin. Doxtor diyar kir ku çalakvan tedawiyê napejirînin, diyar kir ku rêz ji vîna wan re digire û got: “Bi hêviya ku demil dest daxwazên wan bên bicihanîn.”