Dosyaya îltîcayê ya Bîrlîk kete destê MÎT'ê

Di nav wan dosyayan de yên di destê parêzerê Sefareta Elmanya de, ku li Elmanyayê hatî girtin, dosyaya wekîla berê ya HDP'ê Leyla Birlîk jî hebû, ku ev dosya ketine destê MÎT'ê. Bîrlik got, ''Dewleta Elman bi ewlehiya me lîstiye''.

Derketibû holê parêzerê ku karê Seferata Elmanya dikir û li Enqerê bû Îlonê hatiye girtin. Sefareta Elmanya peywir dabû parêzerê bi navê Yilmaz S. ku welatiyên Tirkiyê yên ku serlêdana îltîcayê dikin bikole, ku yekîneyên darazê yên Tirk Yilmaz S. bi 'sîxûrtiyê' tawanbar dikin.

Parêzer derbarê penaberên ku xwe li Elmanya girtin lêkolîn dikir bê ka li ser wan biryara girtinê heye, têne şopandin yan na û ev agahî dida Sefareta  Elmanya ya li Enqerê.

Diyar bû yek ji wan dosyayên ku di destê parêzer Yilmaz S. de ya wekîla berê ya HDP'ê Leyla Bîrlîk e.

Bîrlîk têkilî mijarê got, ''Rayedarên ji Wezareta Navxwe yen Elman hatin gel min û gotin dosyaya te ketiye destê MÎT'ê, ji ber vê, taloke li ser ewlehiya te ya jiyanê heye.''

Bîrlîk got wê daxwaza parastinê ya ku rayedaran daye qebûl nekiriye û got, ''Hewceyiya me bi parastina dewletê tine. Li holê ye bê ka li Elmanyayê em li kû ne û çi dikin. Em di nav gelê xwe de têdikoin. Tê xwestin ku ên ku hatine Elmanyayê çavtirsandî bikn, di nav gel de em têne parastin.''

Bîrlîk her wiha got, ''Dewleta Elman bi şandina dosyaya me ya ber destê parêzerekî li Enqerê bi ewlehiya me lîstiye.''