Dorpêçkirina Mexmûrê li ber avahiya NY’ê hat protestokirin

Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Cenevreyê de dorpêçla li hemberi Mexmûrê hat protestokirin.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome, ket meha xwe ya 29’an. Di çalakiya vê hefteyê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, dorpêça artêşa Iraqê ya li hemberî Wargeha Mexmûrê hate protestokirin.

Di çalakiyê de li hemberî dorpêça hêzên artêşa Iraqê ya girtina dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku din bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, bang li NY’ê hate kirin ku dawî li dorpêçê bînin.

Tevahiya rojê li derdora kona li qada Place des Nations a li Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, metna Îngîlîzî û Fransî ku der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan agahî dide, hate xwendin.

Di çalakiyê de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) Mehmet Letfî Çelebî axivî. Çelebî anî ziman ku li her cihê ku Kurd lê dijîn êrîş zêde bûne û hewldana dorpêçkirina dawî ya li ser Mexmûrê bi bîr xist.

Çelebî diyar kir ku ev yek girêdayî tecrîdê ye û destnîşakir kur dixwazin tolê ji gelê Kurd hilînin. Çelebî got ku gelê Kurd wê di her rewşê de û li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin û bal kişand ser girîngiya çalakiyên ku bi vê armancê tên lidarxistin.