Doktora Fransayî serdana çalakgerên li Strasboûrgê kir

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 32 roj li pey xwe hişt. Dr. Anny Zorn rewşa tenduristiyê ya çalakgeran kontrol kir û li ser armanca çalakiyê agahî wergirt.

Dr. Anny Zorn ku serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîdê kir, mehên Cotmeh û Mijdarê, ekolojîstên Fransayî yên ketibûn greva birçîbûnê ji nêz ve şopandibû. Dr. Zorn ku di heman demê de endama rêveberiya Strasboûrgê ya Partiya Keskan û Ekolojiyê (EELV) ye, bi Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) re jî kar kiriye.

Zorn li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê agahî wergirt.

BIRYARDARIYA WAN Û PIŞTGIRIYA JI WAN RE TÊ DAYIN, JI BO MORALÊ GIRÎNG E

Yuksel Koç bi navê çalakgeran axivî û li ser pirsên Dr. Zorn ên derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber greva birçîbûnê got, "Encam ji bo me çi dibe bila bibe, em ê dest ji daxwazên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan bernedin."

Dr. Zorn jî bal kişand ser girîngiya moralê di çalakiyên bi vî rengî de û anî ziman, hem biryardariya çalakgeran hem jî piştgiriya girseya gel a ji bo wan, di vê mijarê de xwedî rol e.

Dr. Zorn got, "Bi qasî ku min dît, çalakgerên Kurd ji aliyê psîkolojîk ve gelekî xurt in, amade ne û bi biryar in" û diyar kir ku ji ber vê yekê ew ne bawer in di dema bê de pirsgirêkên psîkolojîk rû bide.