Di mîtînga protestoyê ya ku li Brandenbûrg Tor a avahiya Parlementoya Elmanyayê lê ye hate kirin pankartên ‘Parastina Efrînê parastina jiyanê ye’, ‘Leşkerên Tirk û çeteyên terorîst ji Efrînê derkevin’, ‘Ji Efrîna azad re erê, ji lêkirina dîwar re na’ û ‘Li her derê Efrînê berxwedan gel heye’ hatin vekirin û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Mîtînga ku bal kişand dirûşmên ‘Hemû dagirker ji Efrînê derkevin’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî YPG û YPJ’ hatin qîrkirin.
Berdevê PYD Berlînê Bavê Kawa yê di mîtîngê de axivî dibe Erdogan li Efrînê dîwar lê bike, lê gelê Kurd vê yekê napejirîne. Kawa ev got: “Efrîn Kurdistan e. Bila Her kes bizane li Kurdistan û cîhanê 50 milyon Kurd li gel Efrînê ne. Bi têkoşîna YPG/YPJ’ê çete têk çûn. Projeya Erdogan bi vê berxwedanê têk çû.
Kawa di dewama axaftina xwe de bang li her kesê ku li gel mirovahî û azadiyê ye divê dengê xwe li hemberî lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tê lêkirin bilind bike.
Di axaftinên nûnerên şoreşgerên Elman ên di mîtîngê de kirin, diyar kirin ku wê di bin her şert û mercî de piştevaniya Efrînê bikin.