'Divê Swêd bi raboriya xwe re rû bi rû bibe'

Komeleya Asûrî-Sûryanî-Keldanî ya li Swêdê hatiye avakirin, diyar kir ku piştî qetilkirina Palme PKK û Kurd hatin hedefkirin, daxwaz kir ku divê Swêd hevrûyê raboriya xwe bibe û lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Zêdetirî du meh li ser daxuyaniya Serdozger a Olof Palme ji aliyê Stîng Engstrom ve hatiye kirin û şûnde, Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî nerazîbûn nîşanî Swêd da ku demekê Kurd weke berpirsê qetilkirinê nîşan dabûn û hê jî lêborîn nexwestine da.

Koldoya ji ber zextên dewleta Tirk a li ser Suryaniyan di sala 1976’an de derbasî Swêd û serlêdana rûniştinê kiriye û yek ji Suryaniyên ewilê ne.

Serokê Komeleya Asûrî-Sûryanî-Keldanî Ozcan Kaldoyo destnîşan kir ku Swêd bi hedefnîşandana PKK’ê û Kurdan bûn sedemê tranvayên mezin, daxwaz kir ku Swêd bi raboriya xwe re rû bi rû bibe û lêobrînê ji Kurdan bixwaze.

Kaldoyo yê 45 sal in li Swêdê dijî, bibîr xist ku xistina qetilkirina Palme ya li ser Kurdan li gel rola polîsên Tirk û Swêdê rola hinek Kurdan jî hebû û anî ziman ku li gel wergerên Kurdî hinek partiyên siyasî yên Kurd ji bo sûcê qetilkirinê bixin ser PKK’ê ketine nava hewldanan.

Kaldoyo bal kişand ku wergerên Kurdî axaftinên di nava Kurdan de hate kirin, peyvên rast şaş werger kirin û nûnerên hinek partî û rêxstinên Bakurê Kurdistanê jî ji bo cînayetê bixin stûyê PKK’ê ketibûn nava hewldanan û ev tişt got:

“Em polîsên Swêd sûcdar dikin ku sûc xistiye stûyê Kurdan, lê em naxwazin rola rêxistin û partiyên Bakurê Kurdistanê bibînin. Tu kes li ser vê mijarê naraweste. Çapemeniya Swêdê diyar kirin ku bi rojan telefonek dihat û dianî ziman ku wê di nêz de dawetek çê bibe, dawet jî dihate wateya qetilkirina Palme.”

‘GUHDARÎ ODEYA RAZANÊ JÎ DIKIRIN’

Kaldoyo destnîşan kir ku dostê nêzîk ê Îsmet Celeplî yê yek ji Kurdên ku polîsên Swêdî weke berpirsê qetilkirinê didîte û got: “Gelek êş bi Celeplî û Kurdên ku dihate îdîakirin ku rola wan di qetilkirinê de hene dan kişandin. Odeya wan a razanê jî guhdar dikirin. Celeplî ji bo serê kesên din jî bi belayekê nekevin, hemû têkiliyên xwe yên civakî qût kiribû.”

Kaldoyo bibîr xist ku li Parlementoya Swêdê 4 parlemeterên Kurd hene û Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd re heye, daxwaz ji parlementerên Kurd kir ku mijarê bibin rojeva parlementoyê. Kaldoyo bal kişand ku divê zextên li Kurdan hatine kirin bi pêşnûmepirsekê bikin rojev û got: “Li gorî bersiva hikûmetê jî divê Kurd bibin xwedî pozîsyon.”

‘JI BO RÊZDARIYA BI PALME RE SURYANIYAN DAWETÊN XWE TALOQ KIRIN’

Kaldoyo diyar kir ku piştî qetilkirinê û şûnde Suryaniyên ji Elmanyayê hatin Swêdê nêzî 10 rojan hatin destgîrkirin. Kaldoyo destnîşan kir ku ji Suryaniyan zêdetir Kurd ji qetilkirina Palme bandor bûn û got: “Wê demê hinek Kurd neçar man ku nasnameya xwe ya Kurdîbûnê biveşêre. Tê bîra min Suryaniyan jî dawetên xwe taloq kirin. Ne ji tirsa ji ber rêzdariya ji bo Palme dawetên xwe taloq kirin.”

SURYANÎ JI BO RASTÎ DERKEVE HOLÊ TÊKOŞÎNÊ DIKE

Kaldoyo anî ziman ku Suryanî û Kurd heman erdnîgariyê parve dikin û salên domdirêj bi hev re têkoşîn kirine û diyar kir ku gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî mîna Kurdan ji bo rastî derkeve holê û ronîkirina Qetilkirina Palme têkoşîn kir.

Di navîna sala 1970’ê yî de hikûmeta sosyal demokrat, Asûrî-Suryaniyên ji Tirkiyeyê ji ber sedemên mirovî hatibûn biryar dabûn ku destûra rûniştinê bên dayîna wan. Olof Palma ji bo Suryanî sûdê ji bûna xwedî avahî, dîsa dibistanê bixwînin û bibin xwedî kar û bi civaka Swêdê re bibe yek, dema hem li ser desthilatê û hem jî muxalefetê hewldanên mezin kiribû.