Bernmar: Divê PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin

Midûrê Şûbeya Şaredariyê ya Goteborgê û Serokê Koma Partiya Çepgir Danîel Bernmar xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.

Midûrê Şûbeya Şaredariya Goteborgê û Serokê Koma Partiya Çepgir Danîel Bernmar zexta Sapo, polîsê Swêd a li ser Kurdan şermezar kir.

Bernmar li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal vîdeoyek par ve kir û got, ''Ez û Pariya Çepgir li dij in ku Kurd û rêxistinên Kurdan werin krîmînalîzekirin. Em dixwazin dozên Zozan Buyuk û yên din ji nû ve werin nirxandin. Miemeleyeke wiha li dewleteke hiqûqê ya weke Swêd naye.''

Bernmar her wiha xwest ku PKK ji nav 'lîsteya rêxistinên terorê'' ya Swêde were derxistin.